Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
06.02.2023 erdhejên bazarcix û elbistanê

06.02.2023 erdhejên bazarcix û elbistanê

17. bobelatek gelek gelek mezin bû. erê erdhej dijwar bû û du caran çêbû lê sedema sereke ya mezinbûna wê ew bû ku tirkiyê ji bo pêşîlêgirtina kavilbûna xaniyan heta niha tu amadekarî nekiribû, heta bereavjî, hemû xanîyên ku ne li gorî rêbazan hatinbûn avakirin, efû kiribûn. dîsa sedemek din ku bobelatê mezin kir ew bû ku piştî bûyerê, tirkiyê heta roja sêyemîn jî nekarî xwe bigihîne hewara mirovan.
bê fîşalkirin, em dikarin bêjin ku desthilatdarîya tirkiyê îflas kir û gelê xwe bêxwedî hişt. li gel ku herêmên ku erdhejê lê xist hema bêje tev cihên nêzikî fikra akpê bûn.

ku hikumetê hêj roja ewil leşkeran ji bo alîkarîyê veguhesta, hê rija ewil bi fermanekê hemû makîneyên înşaatê veguhesta van bajaran, rê li ber alîkaîya gel negirta, bikarîya bingeha gsmê zû rakire ser pîyan, afad amade bûya û têra gel kon, xwarin, betanî û hwd. pêdivî di depoyên wan hebûna... wê encam gelekî baştir bûya.

heta niha mirina ji 35.000î zêdetir mirovan hat ragihandin. lê herkes jî dizane hejmara wê ne ji 100.000î heta belkî 200.000î ne kêmtir be. wê çiqas aşkere bikin, nayê zanin. çimkî di pêvajoya pandemîyê de jî hejmarên rastîn veşartibûn.

di erdheja ewil de, li mal bûm û ji ber ku zaroka me ya biçûk em şîyar kiribûn, em ne di xew de bûn. çawa ku erdhej em hemû gihiştin hev û me xwe li kêleka karyolayê xwe da ber rehma xwedê. erdhej ewqas dijwar bû ku her cara ku xanî diçû û dihat, min digot wê ev çûna dawîn be. baş e ku xanî nehilweşîya. piştî sekinî em daketin jêr û 2-3 saetan di erebeyê de man. çavê min li avahiyan bû, çimkî min got kesîn nîvê amedê niha hilweşîyaye. lê baş bû ku ne wek texmîna min bû. dû re ji nexweşxaneyê gazî min kirin û ez çûm. hêj di wan deqeyan de mirî û birîndar hatin.
wextê nîvro vê carê li nexweşxaneyê em hejiyan. hema bêje wek ya ewil bû ev jî. em ji wê jî filitîn lê belê bi taybetî ev erdheja duyemîn psîkolojîya herkesî ser û bin kir.

di vê erdhejê de trajedyên pir pir xerab qewimîn mixabin. bi hezaran zarok di nava kavilan de ne ji ber birînên xwe lê ji ber sermayê qerisîn û mirin. zarok di hembêza dayikên xwe de mirin û dayik bi rojan bi cesedê wan re razan. dîsa zarok wisa bi cesedê dê û bavên xwe re man di bin wan molozên sar de û di tarîtî û sermayê de. min bihîst ku hinekên ku di binê kavilan de mane, ji ber neçarîyên, xwestine xwe bikujin lê nekarîne. gelekan dengê hezkirîyê xwe bihîstin di binê kavilan de lê ji ber tunebûna alîkarîya profesyonel û alavan, man û man heta ku ew deng hatin birrîn.

welhasil tofan bû.

akp jixwe wê biçûya. jixwe aborî û demokrasîya tirkiyê wêran kiribû û wisa biçûya lê bi vê tofanê, vî welatî bi rastî jî hilweşand û danî wê erdê. belkî tekane tişta erênî ew be ku wê ev bêbav nekarîn ji bo hilbijartinê êrîş bibin ser rojavayê. lê vê erdheja kambax jixwe li rojavêyê xistiye.



16.02.2023 20:33 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 06.02.2023 erdhejên bazarcix û elbistanê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî