Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kişik

kişik

15. Pirtûka dawîn ya stefan zweig e. tenê 3-4 meh piştî vê pirtûkê nivîskar, tevî jina xwe, întîhar kiriye. loma dawîya pirtûkê hinekî jî bi vê biryara wî ya xwekuştinê ve tê girêdan.

wek roman hatine danasîn lê pirtûkek zirav e; tenê 78 rûpel. him ji ber wê him jî ji ber herikbarîya mijarê, zûzûka tê xwendin. min jî wisa kir. min jê hez kir lê belê qîmetek zêde jî nedaye. dibe ku hinek alegorî tê de hebin ku min nekaribe kfş bikim lê bi qasê min hinekî li serê lêkolînê kir jî, tiştek zêde ku ji ber çavê min wenda bûyî, nedît.

zêdetir kesan beşa duyemîn ya pirtûkê bandorker dîtiye. belê rewşekî trajîk teswîr kiriye lê belê zikê min ji vê teswîrê jixwe têr bû bi saya pirtûka tu ya mehmet uzun


min romanê bi kurdî, ji wergera salih badilî xwend. ku mirov seranserê pirtûkê binirxîne zêde ne xerab bû lê di hinek cihan de hevok gelek tevlîhev bûn, nedihatin fêhmkirin û heta carinan xelet bûn jî.

li vê hevokê binêrin:
"Di dirêjahiya jiyana min de, şansekî min ê wisa çênebû ku ez pisporekî kişikê ji nêzîk ve nas bikim û her çi qasî ku ez niha hewil didim ku mirovekî wisa bînim ber çavên xwe, ew qas jî danasîna çalakiyeke hişî ya ku di jiyana xwe de bi tenê li dora şêst û çar kevirên belek derbas bûye, ji min re zehmet dixuye."

jixwe hûn ê îhtîmalek mezin tu tişt ji hevokê fêhm nekin. çimkî gelek xerab hatîye dîzaynkirin. di rastîyê de behsa zehmetbûna nasîna/fêhmkirina mirovên wisa dike ku temamê jîyana xwe bi çalakîyeke weke kişikê derbas kiriye. lê wergêr şûna nasîn/fêhmkirinê, peyva danasînê bi kar anîye ku wateyê bi temamî xera dike.

vê hevokê binêrin:
"min bi ponijînê tê derxist ku yekane lîstik di nava lîstikan de ew e; desthilatdariya pîşadî ya tîraniyê ji dest digire û taca serkeftinê bi tenê dide giyan, an jî pirrî caran dide şêweyekî dayîna giyanî ya cuda."

hevok dîsa gelek xerab hatiye saz kirin. wergêr ne neçar e ku hevokan eyn weke orjînala xwe wergerîne. bi taybetî di wergera kurdî de, divê mirov hevokên dirêj û tevlîhev parçe bike. ji ber rika parçenekirina hevokê, hevok bûye weke şorbe. ev jî ne bes e, dîsa peyvek şaş jî hatiye bijartin. di wateya orjînal de tê gotin ku kişik taca serkeftinê dide aqil lê di wergera kurdî de tam berevajî hatiye gotin.
dîsa ev qedînek jî gelek şaş e: desthilatdariya pîşadî ya tîraniyê.
li vir mebest ev e, kişik rê nade şens û tesadûfan. li dijî despotîya şensê ye. di wergera tirkî de jî wisa hatiye gotin: kişik li dijî her cûre despotîya şensê/tedadûfîyê/rasthatinî ye. lê we ji wergera xemilandî ya kurdî tiştek wisa fêhm kir.

ez hevokê hinekî rast bikim da ku hûn fêhm bikin:
"min bi ponijînê fêhm kir ku di nava lîstikan de yekane lîstik kişik e ku li dijî her cûre despotîya şensê disekine û taca serkeftinê tenê dide aqlê an jî cûreyeke taybet ya qabîlîyeta giyanî "

min 2-3 hevokên wisa eletewş qeyd kirin lê paşê min dev ji wan berda çimkî tam di xwendina min de nedihişt. welhasil dikarim bibêjim ku min 70 pûan da qalîteya wergerê. dîsa jî destê wergêr sax be, min dev ji gelek pirtûkan berdane ku li kurdî xerab hatine wergerandin. qet nebe ev bi awayekê, dihat xwendin û fêhmkirin. ji xeynî xeletîyên hevoksazîyê û peyên şaş, kurdîya wergêr xweş bû.



17.02.2023 21:20 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kişik

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî