Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ez ê yekî bikujim

ez ê yekî bikujim

43. Pirtûka Firat Cewerî ya ku bi xêra pêşbirka mamoste @pirtûkhez min xwendîye. Di pirtûkê de 3 serleheng hene û pirtûk ji 2 beşan pêk tê. Ji bo lehenga jin, nivîskar beşek din veneqetandîye û hiştîye ku jinik (bnr: dîana) qala serpêhatiya xwe bike. Pirtûk bi rastî jî wek pirtûkên Rûsîyan dest pê dike û heta beşa 2 yan bi bûyereke ku mero tucar bîr nabirre dawî dibe. Dû ra gava em derbasî beşa dudiyan dibin vêca dengê zilamek din bilind dibe û em bi helwesta wî ev bajarê ku herkes xwestîye ji serdestan rizgar bike lê bi awayek dibin bindest û tehdexwarên vî bajarî, li ber me dixe. Beşa dudiyan em bi çîroka lehenga jin dihesin û dilê me pê dişewiti û hindik maye ku em bêjin Feqîra Xwedê ê talî xwe xilas bike lê nivîskar li vir mirîyan ji tirban derdixîne û pirtûka xwe bi şêweyek ecêb û ne xweş xilas diki.
Axirê, Pirtûkeke xweş e lê xwezî wilo xilas nebûba. Ên ku bixwazin bixwînin bila bixwînin poşman nabin lê zêde hêvîya jî jê nekin. Carê hin çîrok ji ber li xwedîtina çîrokbêjan tiro viro dawî dibe. Qey nivîskar bi vî kiryarî xwestîya ev gotina "egoîzma nivîskaran" li nav çavên xwînerên xwe bixe.



13.03.2023 19:22 ~19:24 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene