Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
jetbrains

jetbrains

1. Komeke teknolojîyê ye, ku bi taybetî di qada pêşvebirina bernamesaziyê de navdar e. Di sala 2000an de li Çekyayê hatiye damezrandin û amûrên pêşveçûn û hilberînên software çêdike. Şirketa JetBrains bi taybetî bi IDEs (Integrated Development Environments) wek IntelliJ IDEA û PyCharm tê nasîn. Ev amûrên software ji bo zimanên programkirinê wek Java, Python, PHP, C# taybetî hatine afirandin û gelekî têne bikaranîn. IDEyên wan piranî bi bihayekê dikarin bên bikaranîn. Lê bihayên wan ne ewqas zêde ne. Yanî hêja ye ku mirov wî perî bide.

Ji bo javayê intellij idea heye û belaş e. di qada javayê de herî zêde ev tê bikaranîn.

Ji bo phpyê phpstorm heye û ev çend sal e, bi kar tînim. berî wê min visual studio code bi kar dianî. vscode gelekî baş e lê phpstorm jê gelekî baştir e.

ji bo c# rider heye. ev salek e ku bi kar tînim. berê min visual studio bi kar dianî. versiyoneke visual studioyê ya belaş heye lê şîrketên mezin nikarin wê bi kar bînin. lewma divê versiyona bi pere bi kar bînin û ev versiyon pir biha ye. rider jê gelekî erzantir e. lê ji xêndî bihayê bikaranîna riderê jî gelekî xweştir. herwiha li ser macosê nikarî visual studio bi kar bînî, lewma tenê alternatîfa baş rider e!

ji bo rêvebirina danegehan datagrip heye. ne xirab e. hema bêje hemû danegehên navdar vedike. di şîrketa me de ji ber versiyona kevnare, hîn jî ms access tê bikaranîn. ji bo ms accessê divê me hewlek mezin bida, da ku bê vekirin.

bernameyên din bi kar nayînim lewma nikarim tiştekî li ser wan bêjim

lêzêdekirin: ku xwendevan/mamoste bî an jî li ser projeyên open source bixebitî, dikarî hemû alavan belaş bi kar bînî. binere: Here lînkê



22.01.2024 19:13 ~20:19 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
çima? (wêne: https://tirsik.net/wene/w/ziman/serdestiya-zimane-tirki-y...
belki ev jî bala te bikişînin
» jetbrains

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî