Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
çêbûna organîzmayên yekem

çêbûna organîzmayên yekem

1. Bi qasî 3,8 mîlyar sal berê, yekem formên jiyanê li ser rûyê erdê derketin. Ev formên jiyanê wekî bav û kalên mîkroorganîzmayên îroyîn têne hesibandin. Lê tiştek wisa heye ku bi rastî jî zanyar nizanin ka organîzmayên yekem çawa çêbûne ji ku hatine lê gelek teorî pêş xistine.

Em dizanin ku ji bo çêbûna şaneyekî re rewşeke wî pêk bîne pêwîst e, ji bo ev rewş jî pêk were, dem û bûyer pêwîst in. Bi saya dem bi dem qewimîna hin bûyeran jî rêyên çêbûna şaneyan pêk hatine.

Li gorî hîpoteza herî tê qebûl kirin jiyan li ser rûyê erdê bixwe bi çêbûna molekulên organîk dest pê kiriye. Molekulên organîk ji bo şaneyekî tiştên herî pêwîst in. Şane li ser van ava dibe û pêş dikeve. Her wiha li gorî vê hîpotezê, têkiliyên di navbera gazên di atmosferê de û madeyên kîmyewî; bi brûsk, radyasyon û teqînên tendûrê re reaksîyonên kîmyewî pêk hatiye û bi saya van reaksîyonan jî molekulên organîk derketine holê. Dûv re ev molekul di behr û di avên din de kom bûne û bi têkiliya avê re asîda amîno û nukleîk û molekulên bîyolojîk ên din pêk hatine. Piştre, ev molekulên organîk ên tevlîhev ji bo çêbûna proteîn, DNA û RNAyê rolekî gelek girîng leyistine. Piştre hatine cem hev û bingeha şaneyan pêk anîne û bûne wesîleya çêbûna mîkroorganîzmayên yekem.

Hîpotezeke din jî dibêje ku jiyan ji fezayê hatiye dinyayê. Li gorî vê yekê, mîkroorganîzmayên mîna bakteriyan ku bi meteorît, asteroîd û tiştên din ên fezayê vediguhezine dinyayê, bûn sedem ku jiyan li ser rûyê erdê xuya bibe.

Wekî ku min li jor de jî nivîsî, di destê me de tiştekî ku em teqez bibêjin ku jiyan wisa li dinyayê ava bû tune ye. Zanyar yeko yeko, bi fosîl û lêkolînan teorîyên xwe vedibêjin û ji bo van teoriyan jî meteryalên payebilind derdixînin.



26.02.2024 13:54 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» çêbûna organîzmayên yekem
» yekem civcivînoka tirşikvanan ya li kuşadasi

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî