Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 13 peyam
v3 test bike

v3 test bike

7. ji aliyê dîtbariyê ve gelkî xweş bûye, destên kedkaran sax bin.

* veguherandin di navbera modan de pir sivik û serkeftî ye. lê belê heke pêkan be moda tarî rengekî laciwerdekê tarî be û ya ronî jî ber zerekî çilmisî mîna kaxidên kayî be dê baştîr be. bi vê rewşa xwe, him ya ronî û him ya tarî çavên mirov diwestîne.
* di beşa zindî de zeviya nivîsê tune ye? wêne bi girtî, vîdyo jî bi girêdanê tê rêzkirin. nebû ye. bi min tiştek xweş bû. divê neyê rakirin. her wiha, bi ser de, bi min bo peyamên beşa zindî bişkoka ecibandin jî were tevlîkirin û peyamên ku tirşikvanan li wir nivîsîne di profîla wan de mîsal di dîwarê de xuya bike wekî kronolojîk. lê dîwarê berê pir ne karbar bû û hatiye rakirin.
* bi min xêzek di nav peyaman da divê. ev dibe, di hemû pergalê de bê sepandin, belkî jî dibe wekî sazkariyekê kesayetî bihêlin tercîha tirşikvanan bo bikaranînê. hejmarên peyaman hatiye rakirin gava di rûpelê de tên rêzkirin. ok. lê gava mirov pê li hejmara peyamê bike, divê wekî tirşika heyî rasterast herin rûpela wê peyamê. ya niha tenê kopî dike.
* radyoya di rûpela serekê de hatiye bicihkirin fikrekî pir xweş e û xweş dixebete. Lê belê bi min divê guherandin û vegerandin jî divê.
* gava dixwazî peyamekê taybet bişînî xwe, bergeha beşa peyamê dibe spî û êdî hew yên din tên dîtin. bo vegerandina lîsteyê divê rûpel bê ji nû ve barkirin. her wiha gava min peyam şand yekî din re di binî de "NaN roj berêI şnvalid Date" xuya bû. her wiha mirov dikare bersivekê bişîne peyamên sîstema tirşikê. li aliyê din kesek wan dibîne nizanim lê belkî ev wekî nîşegeha taybet bê xebitandin. pir ne tiştek muhîm e. Lê divê bişkokak peyamên taybet li ber wêneya profîlê be yanî li hêla rastê jor.
* alavên zeviya peyamnivîsînê xweş dixebitin. lê belê hîn jî, nizanim çima di navbera hişyariya spoiler û nivîsên din de valahiyekê peyde dibe.
* puandayîna fîlman xweş bûye. îja ev 100 çi bû * Lê belê di rûpela fîlman de sê stûn xuya dibe: mijar, mijar û dengdan. xuya ye mebest ji ya yekê agahiya fîlman e, divê bê rastkirin.
* divê ji sedî sed bişkokekê serbixwe hebe ku bikarhêneran bibe fîlmên wergerandî. di vê rewşa heyî de mirov nikare xwe bigihijîne wan. her wiha gava bi riya alava formê mirov dikare here lîsteya fîlmên "wergerandî" lê di beşa binnivîsê de agahî an pelên jêrenivîsan tune ye. etîketên zimanan ên li beşa agahiyê de (mijara pêşîn) naxebite. Gava tu pê li zimanekî dike, te nabe fîlmên xwedî wî zimanî.
* di rûpela profîlê de, gava tu pê li hemû drop-down menuyan dikî, rûpel ber bi jêr ve fireh nabe û mirov nikare hemû ser hev bibîne.
* min di nav mijarekê de alava lêgerînê bi kar anî. Û ev hema di cihê xwe de ma, ez herim kîjan mijarê ferq nake:
- dengdan: çepik
- peyamên îro hatine nivîsandin
{ "niviskar": 0, "d": "cpk", "q": "", "time": "iro" }
}
* min nedît, lê di profîla nivîskaran de bîşkokekê "bişopîne" heba dê xweş bûya.

28 roj berê 11:22 ~11:28 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
otomobîla min [3]
Navê qenaleke Youtubeê ye, her wiha ji navê wê jî diyare ku li ser oto...
sma [1]
Spînal muskuler atrofî Spînal: ew tişta ku têkilîya wê bi derzanek ...
pirtukakurdi.com [3]
Malpera ku min jî 25 pirtûkên kurdî jê kirîn e. Min pirtûkên xwe sîpar...
organîzasyona şeva govendê ya li stembolê [2]
ya ku xuya ye wê bibe yekemîn "zîrve"ya nivîskarên tirşikê.
ez ...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Min li ser entegrasyona malpera tirşik û ferhenga tirşik fikrek baş an...
belki ev jî bala te bikişînin
» testa kontrola kurdîbûna peyvan
» bike malpera destpêkê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî