Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tiştên ku kurdan li mirovahiyê zêde kirine

tiştên ku kurdan li mirovahiyê zêde kirine

30. Mala Ziya > Malaysia > Malezya



Di sedsala 16'an de, kaptan-ı deya Okuz Memed Paşa, tevî deh hezar leşkerên xwe yê deryayyê, li keştî û kalyon û kadirgayan siyar dibe û bo fetihkirina Çîn û Maçînê derdikeve seferê lê, ji bela şeytaniyê be, ji ehmeqiya paşa be, hêj nayê zanîn , artêş rêya xwe şaş dike, di şûna Cebelîtarikê de ber bi Mersînê ve diçe.



Paşa hey dibine ku li ber çiyayayek BİLİND Ê bê serî û bê binî ye! Leşker tî û birçî, di nav kêç û spiyan de digevizE. Okuz Memed Paşa, keştiyên xwe kaş û berkaş bi zorî tîne nêzîkî çiyê û tevî leşkerên xwe peya dibe; gelî bi gelî li gUndeki xwedanxêr digere, da ku zik têr , ser û guh paxiş bike...



Çawa dibe dîrokzan hêj jî li ser dixebitin ; ew û leşker di newalekî asê de dîsa rêya xwe şaş dikin, vir de wê de diçin tên, dikin nakin rê sererast nakin. Ber bi êvarê, têderdixin ku ew ji sibê de li dora xwe GİLOVER digerin!



Rasterast di heman roj û heyamê de ji Pasûrê, ji eşîra Xiyan Elîxanê kurê Sêvdîn jî, bo serdana xinamiyê xwe yê Ziya, bi kera xwe ber bi Mersînê ve diçe. Bona ku rêya xwe kin bike xwe dide çiyê, di rêşêvanan de li ser pişta kera xwe dest AVİTİYE pelika guh, kilam û stranan Û HYRANOKAN li dû hev rêz dike, Jİ KÊFA DİLA RE ber bi bajêr ve hûrk hûrik dimeşe.



Okuz Memed Paşa li rêya çareseriyê digere ku ji nişkave dengê merivekî li ber gohan dikeve:



“ Çûme mala Ziya mala Ziya xanimê lorke; danî ber min goştê miya delalê lorke…”



Çi serÊ we tirşikhezan biêşînim; Paşa bi lez û bez, bi kelecaneke kesnedîtî xwe digihînê Elîxan; Silavek ji nav dil û gurçikan lê dike; jê dipirse;



"SENİ ALLAH MI GÖNDERDİ; İsmin nedir; nasılsın îyi mîsîn; NEREDEN GELİR NEREYE GİDERSİN;? ( XWEDê TE BİSER ME DE ŞAND; NAVÊ TE ÇİYE; ÇAWAYÎ; BAŞÎ)

Rebeno, peyvek be jî Tirkî nizane! Çawa ku çav bi qumandarÊ KİNC Bİ TÎTİK PÎTİKÊN ZÊR Û ZÎVÎN XEMİLANDÎ û bi leşkeran dikeve, QİDÛMÊ WÎ DİŞKÊ dibêje;



" efendi, Bİ QUR'ANA TE XWENDÎ, ez bê sûc û bê gune me! Ez rebenê Xwedê diçim mala Ziyayê xinamiyê xwe "



qumandar çendik û çend caran jê pirsa NAVÊ wî, pirsa riya gund û bajêr dike, Elîxan tenê dibêje Mala Ziya Û MALA ZİYA!



pAŞA ji hêrsan nizane çi bike. Pihînek li Kerê dide, wî di gelî re davêje xwarê; bi milê Elîxan ve digire û wî tevlî artêşa xwe dike. Qasekî şûn de tê hişê wî ku di van çiyayan de ew ê tevî leşkerên xwe bibe para devê gur û hirçan; dîsa vedigere keştiyê û xwe davêje ser deryaya Spî...



Ew hê ji Elîxan hêviya xwe qut nekiriye; jê pirsa rê û dirban dike: Çiya û giran nîşanî wî dide: “ soyle oxlim; burasi neresi?” ( Kuro, ka bibêje ev der, kuder e?)

Elîxanê Reben tim û tim heman bersîvê dide paşa: “Qumandar Elahwekîl min ti sûc e; ez diçim Mala Ziya”

Dîsa, cardin, sibe- êvar dipirse, bersîv tim û tim “ Mala Ziya ye!”

Bi şev û roj li ser behrê diçin, nêzîkî Çîn û Maçînê rastî giraveke mezin tên; Okuz Memed Paşa dîsa ji Elîxan dipirse: Oxlim bûrasi neresi? ( Kurê min ev der kuder e? Elîxanê bê zar û bêziman lê vedigerîne:

-Mala Ziya qumandar!

Dawiyê de hew sebra Okuz Memed Paşa dimîne, keştiya xwe ber bi giravê ve dikişine, Pihînek li qûna Elîxanê reben dide, wî ji keştiyê davêje, li dûv wî diqîre dibêje :

“ -A… godugumunu, al sana Mala Ziya!” ( Min bi dayika te çi kiro; ha ji te re mala Ziya)



Çend meh şûn de Okuz Memed Paşa ji seferê vedigere; di ber giravê re derbas dibe…

Ew ê gazî Elîxan bike lê, dikeve bîrê ku navê wî nizane. Heta Xwedê daye diqîre:

Mala Ziyaaaaaa! Mala Ziyaaaaaa!

Ti deng ji Elîxan dernakeve lê, ji wê rojê şûn de navê wê giravê dibe "Malaziya"… Xwedê qe qebûl neke; Tirk, çima ku ew bi Kurdî ye, di devê xwe de dibin tînin dikin Malezya…

Bi gotina hin dîrokzanan, Elîxan li wir ji xwe re jineke sîpehî ya niştecih tîne, dibe mal û hal; dibe xwedî zar û zêç ... Kî dizane , dibe ku gelê Malazyayê, ji pişta Elîxan li hev zÊde bûBe, rengê xwe yê qer û qemer ji Elîxanê me yê Pasûrî stendibe!



08.11.2013 14:25 | mamoste marûf

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku tên serê mirovî gava nîqaşê bi kurdekî re dike
» kurdan
» zêdebarî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî