Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mijara winda 2288

mijara winda 2288

3. Meleyê gund, her cara ku bo azandanê derdikeve ser banê mizgeftê, çavê wî bi jinekê û mêrekî dikeve. Her du li ser xêniyê xwe tim û tim rûniştî ne û bi hev re ken û henekan dikin.



Jinik pir xweşa mele diçe, gava çav pê dikeve agir bi serî dikeve, hiş û aqil difûre meletî ji pê re...



Rojek, du roj, sê roj... Êdî hew xew dikeve çavan, sebr û tebat dimîne.



Şevekî şeytan dikeve qalikê melayê me, diçe xwe li koşeyê xêniyê wê ditelîne. Hayê jinika reben ji bayê felekê tune. Bo destavê çawa ku derdikeve derve, yek ji nişkave bi her du destê wê ve digire û ber bi xwe ve dikişîne.... Bala xwe didê ev meleyê gund e.



Mele bê pirs û bê teklîf dike fişefiş û jê re dibêje: “Porkurê ez bo te mirîme, xêra mezinên xwe ji sing û berê xwe yê sipî û qerqaş, ji dev û lêvên xwe yên şirîn û şekir ramûsanek kerem bike!”



Jinika reben bi dîtina mele şaş û mat dibe, ez bibêjim ji şerman, hûn bibêjin ji tirsan, diricife û hêdîka jê re dibêje:



“- Mele, eyb e, şerm e tu van gotinan dikî! Heke mêrê min bi vê bênamûsiyê bihise ew ê te jî bikuje, min jî...” Û direve dikeve malê.



Mele pol û poşman vedigere, lê ev tirsa jinikê ya ji mêrê xwe cesaretê dide wî û dotira rojê dîsa diçe paş mala wê û heman daxwaziyê jê dike. Jinik dîsa red dike. Mele vê yekê ji xwe re dike edet û her şev, wek kundê kor, xwe li paş diwarê mala jinikê vedişêre û bi derketina wê ya ji malê wek qirnî pê ve dizeliqe û heman tiştî dixwaze. Jinik dike nake xwe ji mele xilas nake...



***

Jinik Şevekê dîsa derdikeve derve, mele wek her carê dîsa qîra xw tê dide...dibîne nikare xwe jê xilas bike, li ber rûyê mele disekine û jê re dibêje:



"- Mele ser çavan; ez ê xewsteka te bînim cih û bi te re serî daynim; lê sê şertên min hene..."

Mele pirî şad dibe baskên wî hebin ew ê bifire... Jinik şertên xwe yeko yeko dijmêre:



-Mele dora pêşî divê tu di mizgeftê de qwîna xwe nîşanî Cemaetê bidî.



Mele dibêje, "heşa heşa, qe tiştek wisan dibe!"



Jinik:

“- wele tu dizanî” û dike biçe malê.



Mele bi milê wê ve digire, dibêje;



“Mele Qurbana te be canê! Ka şertên xwe yên din jî bêje.”

- Tu yê roja înê ewkê kîrê xwe jî nîşanî Cemaetê bidî.



Mele dîsa soro moro dibe lê, dibîne ku dê jinik ji dest biçe, bi dengekî ricifok dipirse;



“ê...ê...ê, ê sêyemîn?”



- Tu yê wî karî li ber çavê mêrê min bikî!





Mele dîn û har dibe. Jinik baz dide diçe malê.



***

Ez bejim mehek, hûn bejin sê meh di ser re diçe, Rojek mele nimêja xwe diqedîne. Wek her roj, gundî dixwazin bi mele re hinek laqirdî bikin; lê ew di şuna ku bi gundiyan re rûnê; xwe daye quncikek dûr ê mizgeftê, rûyê xwe tirş kiriye, bi mehde û mirûz, bi tena serê xwe rûniştiye. Cemaet li ser serê wî dicive. Yek jê dipirse;



“ mele bi te xêr e, çima bihna te teng e?”



Ew biskek difikire, paşstûyê xwe dixurîne, axînek ji nav dil û kezeban dikişîne û dibêje:



“ Heyra, ez ji fesadiya gundiyan êdî ji canê xwe têr bûme. Bêwîjdanan gotine, mele qûna xwe naşo!”



Bi dengekî kelogirî dilorîne, xwe li dîntiyê datîne, şal û derpê dide jêr û qûna xwe dide ber gundiyan û ji wan dipirse :

“ Bo xatirê Xwedê lê binêrin, ew şûştî ye yan na?”



***

Çend roj bi ser de derbas dibe. Cemaet bo nimêja înê di mizgeftê de civiyaye. Mele li ser kursî waez û nesihetan dide. Gotina xwe vir de wê de dibe tîne, dîsa tê ser fesadî û şeytaniya gundiyan û dibêje:



“ Gundîno, ev paşgoyî û fesdiya hin merivan êdî ez ji canê xwe bêzar kirime. Xwedê mala wan xera bike, derheqê min de îja gotine mele ne sinetkirî ye...



hema Bi lez û bez şal û derpê dide jÊr, kîrê xwe derdixe dirêjî cimetê dike, xwe li hêrsÊ datîne û dipirse;



"Bo xatirê miriyên xwe, ka binêrin ez sinetkirî me yan na?”



Bi vî awayî şertê duyem jî tîne cih...



***

Di ser re mawekê derbas dibe; rojek havînê dîsa bo azandanê derdikeve ser banê mizgeftê; dibîne ku jinik û zilam dîsa li ser xanî bi kêf û şahî ne. Jinik hiriyê dawdişîne, mêrê wê jî li kêlekê...

mele ji nişka ve diqîre deng li mêrê wê dike :



“-Bê namûsê kurê bênamûsan, wa ye mêrê xelkê li ber çavê te jina te avêtiye erdê, rabûye ser , rezîl dike!”



Camêr bê hemdê xwe vediciniqe li jina xwe mêze dike , dibîne ku tiştek wiha tune, bi dengekî bilind li mele vedigerîne;



“ mele, Mele! te aqilê xwe zayî kiriye? Jina min wa ye li ber çavê min e!”



Mele dîsa diqîre: “- Lawo, bi sê telaqan ji vir wisan dixûyê. Heke ji min bawer nakî were vir, bi her du çavên serê xwe bibîne.”



Zulam pirî meraq dike, bi ya mele dike. Ji ser xanî peya dibe ku derkeve ser mizgeftê û mêze bike ka ji wir çawa dixûyê.



Mele di cih de xwe ji ser mizgeftê davêje xwarê; bi lez û bez radipelike ser xaniyê li hember, diçe cem jinikê, jê re dibêje; “ wa ye mêrê te li me mêze dike” û ji nişka ve wê davêje erdê û dikeve ser...



Mêrê jinkê li ser banê mizgeftê dibîne ku mele rabûye ser jina wî, pÊ re karê doxînê dike, dîn û har dibe, heta Xwedê dayê bi kerb diqîre:

“- Mele, mele! Xwedê te şaş kiriye; tu çi dikî?”



Mele berê xwe didê, dibersivîne:



“- Kurê kerê, ma min ji te re negotibû ji wir wisan dixûyê!”



10.11.2013 02:22 | mamoste marûf

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mijara winda 3582
» windabûna kitên goreyan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî