16. ez bawer im kurdî jê re dibêjin duçerxe.
xeyala hema bêje hemû zarokan e. bi yek bi yek berhevkirin û lihevanîna parçeyan be jî dawiyê de min vê xeyala xwe pêk anîbû. ewqas ku min pisiqlêtê, heta bilyeyên li navenda tekêran jî derxistiye û kiriye cihê wê. ew qas zanim anatomiya wan. û piştî min her tiştê wê temam kir, min frênek sêyemîn lê zêde kiribû û danîbû li binê cihê rûniştinê. çima? ji bo dema mirov frênê bigire bêje tep û bikeve erdê. kuro, min çi karek beredayî kiriye! niha fêhm dikim. neyse.
îhtîmalek mezin piraniya tirşikvanan jî bi pisiqlêtên bisan dest bi ajotina wê kirine. ew bisanên ku hêsina jorîn ya bedena wê du heb bûn û lingê me qet negihişt pêdalên wê. û loma me lingên xwe ji nava îskeleta wê re dikir û wisa diajot. ev tevger, dikare weke şovek akrobasiyê were nîşandan.
pisiqlêta ciwana (hûn bêjin zarok) eslê xwe de bmx e. ji hemûyan bedewtir e, jixwe akrobasiyê de jî ev tên bikaranîn.
weke din pisiqlêtên pînokyo hebûn. weke pisiqlêtên keçikan dihatin dîtin lê piştî ku yek ket destê me, ev nêrîna me jî guherî *
pisiqlêtê parçekirin, îskeleta wê derxistin, bi zimparayê hemû boyaxa wê jêbirin û paşê bi boyaxa spreyê an jî bi firçeyeke kevin, bi rengekî nû boyaxkirin. nekarîna li bendê mayîna ji bo zûwabûna wê. dîsa hemû parçeyan li hev anîn û lê siwar bûn... hemû jî keyfên bêhempa bûn.
hela jixwe ji bo tûrekê dana hevalê xwe û bi vî awayî mîneta xwe kirin ser wan.. ev jî aLiyê tîcareta wê bû...
ev peyam çima evqas dirêj bû, çawa evqas kûr bû?
ev edet ji ku derket nizanim lê nifşa ku zarokatiya xwe di salên 80î û 90î derbas kirine, ji niha ve ketina nostaljiya pîran. gelo ji ber ku em zarokên dawîn yên ku karîne li kuçeyan bilîzin, in? an?
|