Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
hesen zîrek

hesen zîrek

9. hunermend û stranbêjê mezin yê kurd..

ya herî trajîk jî ku ez gelekî li ber dikevim berî piraniya stranbêjên kurd yên ji bakurê kurdistanê ibrahim tatlises ev deng û awazê nestêle kifş kiriye û ji kan û madena mûzîka wî cer û cêba xwe tijî kiriye..

hê jî bi sedan stranên wî hene ku li li hêvîya vedozîn û vejandinê ne..

di arşîva min a şexsî de nêzikî 9-10 albûmên wÎ hene ku min piraniya van albûman ji soloset.net ê daxistine.. hazir cih hatiye bêjim gelek albûmên nestêlê yên stranbêjên ji başûr û rojhilatê kurdistanê yên ku hema bêje li tu derî peyda nabin di vê malperê de bêyî pere dikarin werin daxistin..

min ji bîr kir ku bêjim cara ewil min di fîlmeka bahman ghobadi de guh bi straneka wî ketime..

navê stranê hey berde û ez ne şaş bim navê fîlmê jî niwemang bû..



12.12.2013 06:12 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene