Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
dizî

dizî

1. li serhedê kurdên muhacir hene, wextê ku ermenî hatine qetilkirin, ew jî ji rewanê (erîwan) revîyane û hatine. gundê me gundek muhacira bu, em ne muhacirbun, kalkê min mela buye, pirr bi alîyê gundîyan hatîye hez kirin, û li wir maye.



Dizê muhaciran pirr meşhur bun. hetta dibÊjin, ku yek ji muhaciran qîz bixwaze, ew jê dipirsîyan "hela te heta nuha çi dizîyaye?" ya'nî ka tu dikarî pere qezenc bikî an na?



îja, diz, her çi dizîne bi navê wî meşhur bun, "min filan hespê dizîye" "min filan saetê zêr ê filankes dizîye"



yek tişt ez ji wan hîn bûm; sedî nodê dizîyê xwebawerîye.



rojek, hevalmalê bavê min, apê ehmed, jê ra dibêje kuro lawo em masekî bistînin, em nikarin ders bixebitin. we demê xortin, li zaningehêne. bavê min dibê ehmed, pere tune, em nikarin bistînin. virda, wêda, bavê min bi hêrs ji mal derdikeve. gava ku ji ber hotelek derbas dibe, li baxça wî, masayek qerrase û rind dibîne, ê mêrik bi salan zarê muhaciran ra hevaltî kirîye... xorte jî, natirse ji hîç tiştek. dizvire diçe mal, dibê "ehmed were min masekî rind sitand" ehmed pê ra tê, diçin dikevin nav hotelê, derbasê baxçê dibin, bavê min ji alîyek masê digre, ehmed jî ji alîyê din.



xebatkarek hotelê jî li wan dinhêre, bavê min dizvire dibê "kekê hela vî derîyê bigre em derkevin" mêrik dibê hay hayy, derî vedike û pê digre, bavê mi wan jî lê dixin diçin. sê mehan dinê haja ehmed jê çê dibe ku ew roj dizî kirine.



16.12.2013 21:25 | xurufi

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» dizîya pêlavan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî