Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 17 peyam
mikhail timofeyeviç kalaşnikov

mikhail timofeyeviç kalaşnikov

2. nivîskarê kurd ê ji kurdistana sovyetê hamlet muradov derheqê rehmetî û kurdîtiyê de li ser facebooka xwe wiha gotiye:

Kalaşnîkovê Mezin wefat bû Îro mirovekî ber dilê kurdan ezîz mîxaîl kalaşnîkov di 94 salîya xwe da ji vê cihanê bar kir. Her kurdek navê çeka ”Kalaşnîkov”, ku kurdan jê ra digotin ”Kalaşînkof” an jî ”Kalaşkof”, bihîstîye, bi wê çekê kurd gelek caran di hindava dijmin û neyaran da bi ser ketine. Mîxaîl Kalaşnîkov li warê xwe, li paytextê Udmurtîya otonom ya li Rûsîya Federal, li bajarê Îjevskê îro çavên xwe li cihanê girt. Ew bajar wê demê ber dilê min ezîz bû, dema hevalekî min, prîskê mihoyî, ku me zêdeyî deh salan bi hev ra li redaksyona rojnameya rya teze da kar kirîye, li wî bajarî bi cîh bû, pêşî bû berpirsyarê sereke yê rojnameya herêmê, paşê jî bû cîgirê serekê çapemenîyê li wê komarê. Rojekê jî Prîskê bira bi Mîxaîl Kalaşnîkov ra hevpeyvînek çê kiribû û bi henekî jê pirsî bû: ”Paşnavê te dişibe navê kurdan. Di nava kurdan da navên Keleş gelek hene. Gelo dibe tu kurd bî?”. Ew merivê mezin jî bi henektî bersîva Prîsk dabû, gotibû: ”Sala ez bûm, şer û dew bû. Ka çi qewimîye, ez nizanim”. Heta berî mehekê jî Prîsk digot were, em herine mêvanîya Kalaşnîkov, wî nas bike. Min jî soz dayê, ku ezê bêm, lê dereng mam… Di vî wêneyî da Prîskê Miho û Mîxaîl Kalaşnîkov bi hev ra ne. Ji milê rastê yê duduyan Kalaşnîkov e, yê sisîyan, ango yê kêleka wî, Prîskê Mihoyî ye.

wêneyê cihê behsê: https://www.facebook.com/photo.php?fbid=789097871116245&set=a.579551742070860.152201.100000481172638&type=1&theater



23.12.2013 23:00 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
brusk99 [2]
qenaleke youtubeêye ku têra xwe serkeftî û pêkenokî ye. ji axafrina w...
hêklo meklo [1]
Li cem me jî wiha tê gotin; (stur: Hêklo mêklo, çavî çiklo, hilîne ye...
payîzava [2]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mikhail timofeyeviç kalaşnikov

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî