1. ez im ew kes. çendekî ye ku nizanim çavê kî ye li min ketiye û bi nexwşbûn li ser nexweşbûnê dikevim. ez wisa kurdekî serhişk bûm ku tenê ji bo raporstandinê diçûm dixtor û mixtoran lê li vê ecêba giran binêrin ku vî feqîrê xwedê di vê ciwaniya xwe de di nav du mehan de ne polîklînaka acîl hişt, ne cerrahiya giştî hişt û ne jî psîkîyatrî hişt ku neçûyê. di van demên dawî de li dixtorek kurdîzan digerim. lew re ez dixwazim gava ku bêjim " dixtor beg kefçika dilê min diêşe " bila fehm bike, lew re gava ez bêjim " psîkîyatr beg ez hinek meselan pirrî difikirim êdî hişê min diçe, ger li vir im, ger li wir im, yanî hişê min bela wela ye lo". û bi taybetî jî dixwazim peyva "lo" an jî "lê"yê bi kar bînim. herwekî dixwzim bêjim" lo dixtoro ez nexweş im nexweş, bi çar derban birîndar im, birîna min xedar e dilê min bi kul e lo lawo lo lawo! min xwe avêtiye bextê îro çarekî ji wan çareyên hezar sal berê ji min re peyda bike lo dixtoro" |
|
26.12.2013 20:24 |
ceso
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [3] |
|
gû [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |