Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 19 peyam
rêzikên bêhempa yên stranên kurdî

rêzikên bêhempa yên stranên kurdî

35. sîng û berê kewgozelê elegez e,

vê biharê wê xemiliye rez bi rez e.



memikên yarê li ser bedenê cotkanî ne,

xalêd sûret mîna konê kurmancî ne.



guliyên yarê mîna cewên derbiharê,

hev girtine, fitil fitil têne xwarê.



ezî li ser kawkubarê bengiyê xefûr,

min da destan û lîlandin sîmên tembûr.



min got: - yarê, tembûr di destê min de heliya,

were li lawikê xwe kerem ke cotê guliyan.



got: - beytûyo, por û guliyên min qumaş in,

yêngên mîna te bê sewda û bê hiş in.



sîng û berê min zozan e, ez çavreş im,

ne ya te me, para lawikê xwe yê keleş im.



got berzeqê û bi awir li min nihêrî,

awirên wê li min bûn mîna kêr û dirrî.



cotê guliyan bûn cotek mar û li min venîn,

saza min ket, tilî û pêçiyên min lerizîn.



mêrg û geliyên elegezê girtin dûman,

niza’m ji çi re gelo bihar bû zivista



fêrikê ûsiv



2013.12.30-14:01 | gulan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
the pianist [1]
fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya (v...
dead man [2]
fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya (v...
life of pi [1]
ev fîlm yek ji wan berheman e ku pirsgirêka têkiliya mirov û xwezayê d...
life of pi [1]
fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya (v...
ew [1]
ev du herf, elîf û waw di zimanên îranî de gelek caran...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêzikên herî romantîk ên stranên kurdî
» yên perwerdehiya kurdî dixwazin bila herin quzey êraqê
» stranên ku di radyo û televîzyonande tên gotin û nayên kifşkirin ku kî dibêjê
» kurdish spring

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî