Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
firinên mîkropêl

firinên mîkropêl

1. firinên ku bi teknolojiya mîkropêlên ku cûreyekeradyasyona elektromanyetîk e, xwarinan di demeke gelekî kurt de germ dikin.

van makîneyan de ev pêlên elektromanyetîk tê şandin li ser xwarinê ku ev yek weke bombebaranekê dibe. pêlên ku digihin xwarinan wisa dikin ku molekûlên polarîzebûyî yên di nav xwarinê de tevgera zivirinadinê bikin û bi vî awayî enerjiya termal (enerjiya ku dibe sedema germbûnê) derdikeve holê.



van makîneyan de frekansa 2,45 GHz tê bikaranîn. ji ber ku ev yek nuqteya rezonansa molekulên avê ye. bi saya vê yekê, herî zêde av, ji van pêlan bandorê digire.



ji ber vê yekê ev makîne, xwarinan gelekî zû germ dikin û vê yekê bi awayeke bandorker dikin. ji ber ku hemû misqalên xwarinê, bi enerjiya di nav wê xwe de hatiye peydakirin, germ dibe. yanî hemû misqalên xwarinê germ dibe. ne tenê aliyê derve. li gorî vê mantiqê. xwarin çiqas moleklên avê bihewîne, encam ew qas baştir e.

li gorî vê mantiqê herî zêde av, paşê şekir û paşê ron germ dibe. piraniya alavên cam, plastîk û porselen germ nabin tê de.

ji ber ku alavên metal van pêlan diçirûsînin, di van firinan de nayên bikaranîn. dîsa ji ber heman sedemê, divê folyoya aliminyum jî neyê xistin tê de. (kaxiz, naylon jî nabe)



ji aliyê din ve lalîkên guncan yên ku bi wan xwarin tê xistin nav firinê, qet germ nabin; ji ber nava lalîkan de qet molekulên avê tune.



ev malîne ji aliyê percy spencer ve piştî şerê duyemîn yê cîhanê, li ser bingeha mekanîzmaya radaran, hatiye îcatkirin. (mêrik dema li ser makîneyeke radarê dixebite, ferq kiriye ku çîkoleteya li bêrika wî heliyaye)



ev pêlên mîkro, ne îyonîzeker in. ji ber vê yekê, tenê germahiyê dihêlin di nav xwarinê de. qet radyasyon namîne yanî.

herwiha ji ber ku tenê xwarina ku firinê de ye, germ dibe û qene hewaya tê û firin bixwe jî germ nabe, tu îsrafa enerjiyê nabe û loma teserûfa elektrîkê gelekî zêde ye.



04.01.2014 21:36 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» firinên mîkropêl
» mîkropêl

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî