1. navê serpêhatî û kilama wê ya ku dengbêj huseyno jî û delîl dîlanar jî distirên.. ez ne şaş bim ev kilam di dema serhildana agiriyê de derdikeve û tê striandin.. piştî ku serhildan sist û lawaz dibe, şervanên kurd roj bi roj kêm dibin û qût û erzaq ber bi xilasiyê ve diçe û hesara li dora şervanên kurd her ku diçe tengtir dibe serok û serkêşên serhildanê biryar distînin ku hawara xwe bigihînin sovyêtan û derbasî sînorê ykss-yê (bnr: yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst) bibin.. dewleta tirk ya xwînxwar û xêrnexwaz berî tevgera serhildana agiriyê diçe bi ykss-ê re peymanê datîne da ku leşkerên sovyêtê jî ligel şervanên kurd şer bike.. tabî di nav van leşkerên sovyetê de leşkerên ecem û ermen û rûs hene.. axirê şervanên tevgera serhildana agiriyê ku teqrîben 600 şervan bûn li qarşiyê ava eresê li gundê ebbasgetê liqayî leşkerên sovyetê têne.. piştî şer û qirêneke dijwar şervanên kurd nikarin xwe li ber lehiya leşkerên sovyêtê yên qaşo enternasyonal bigirin û çarneçar xwe vedikişînin berev quntara çiyayê gilîdaxê dîsan.. fermo kilam û vîdeo-klîba ku min behsê kirî dîsa ji dengê delîl dîlanar: vîdyoyê veke fermo ji dengê dengbêj huseyno ku ez ne şaş bim cara pêşîn wî ev kilam gotiye: vîdyoyê veke |
|
09.07.2013 21:17 |
endazer
![]() |
![]() |
şeyh bedrettin [1] |
![]() |
dengê ajalan [5] |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |