Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 83 peyam
di nav kurdan de îslamofobî

di nav kurdan de îslamofobî

5. mixabin roj bi roj zêdetir dibe ji ber ku weke kemalîstan êdî kurd jî ji xwe re ola islamê kirine nîşan û pê çavên dijminatiye û paşdemayinê dinerin vê meselê.dibejin qey ola islamê bûye sedemeke ya nerizgarbûyîna kurdistane.

çawa kemalîst dibejin ola islamê me paşde heliştiye em ji hêdî hêdî bi wî şeklî dinêrin ola islame.Lê belê tu sûncê me di wî warî de tûne ye ji ber ku serok û rêveberên me xwestin ku kurdên nû bi vî awahî ola islamê binirxînin.Serokên me şûna sosyalîsma islamî hînî rê û rêçika marks,lênîn,stalîn,mao ..hw.d bûn û wan rê û rêçikan bi zorî me dan fêrkirin.

Dîsa tu sûncê me di wî warî de tune ye ji ber ku alim û aqilmendên me ji xwe tir kirin û tu carî li dijî neheqiye tevnegeran ,riya rast nişanî me nekirin. ne hêliştin ku em weke mirovekî ola xwe fêr bibin.Hemû tiş kirin guneh,hemû tiş kirin heram…



Lê başe,serok û rêveberên me ne weke berê ne.Naha dixwazin ku hêzên islamî ji bi xwe re bigindirînin û konferanseke islamî li dar bixin.Ev bi rastî ji mizginiyê xêrê ye.Ez hîvî dikim ku ev konferans serbikeve û xeletiyên paşeroja kurdan bîne zimên û nehêlê ku careke din bên dubarekirin.



dawiye dawî ez lêborîne ji hewe dixwazim ji ber ku melayê kevin yanê seyadayê cigerxwîn ji ev mesele weke kemalîstên tirk an ji weke sosyalîstên ûris fêmkiriye û bi hêsanî gotiye;

"bûne mezhebdar, bûne olperest,

bûne paşverû, bi tizbî û xişt"

Şûna ev mesele be nîqaşkirin û çareserkirin nêrînek islamofobîk zahf hêsane û bêyî feydeye.Ez ji dikarim wisa binivîsim û xwe jê xelas bikim.

“bûne darwînîst,bûne lenînîst

“bûne kemalîst, bi cil û bergên nûjen”



Lê belê bêfeyde ye…



01.02.2014 16:33 | karmatî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» navteng
» kurdandin
» îslamofobîk

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî