52. rast e, ji kom û komîte û komeleyên li ser netê bi ser navê kurdî, ku eger hêjayî qeydkirin û arşÎvkirinê biibÎne, çi li ber desta bikeve, tîne û di tirşikê de qeyd dike, eger ew tişta ku ji derinan werdigire û di tirşikê de qeyd dike, xwediyê wê diyar be, ji xwe destnîşan dike, wek nimûne; tengezarê marînî carinan di rûpela xwe ya li ser facebookê de helbestinên bijarte yên şairên alman yên ku bi xwe werdigerîne kurmancî, belav dike, min çend carî wergera wan helbestan ligel navê wergêrê helbestan di tirşikê de qeyd kiriye.. heçiyê dixwaze dikare kontrol bike, dîsa wek nimûne; abdulkadir bingöl li ser hesabê xwe yê facebookê carinan peyv û bêje û gotinên pêşiyan yên xweserî devera botan belav dike, ez jî wan yeko yeko wek mijdar di tirşikê de qeyd dikim, lê ji bo her mijarekî nîşandana çavkaniyan sergêjiyê bi xwe re tîne, dîsa di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de, berê hefteyê carekî min hemû parvekên di komê de analîz dikirin, ji parvekan biwêj û gotin û bêje û qalibên ku di ferhengan de peyda nabin, min dianî û di tirşikê de qeyd dikir, lê di bin her mijarekî de nîşandana çavkaniyan ne mimkun e.. ji dêla wê, min di mijara koma zimanê kurdî de, behsa feyde û meziyetên vê komê kiriye.. |
|
09.02.2014 02:46 |
endazer
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |