1. ”Kovara Nûbihar Akademî kovareke bi hekem, akademîk û navneteweyî ye ku dê weşana gotarên kêrhatî yên di qada kurdolojiyê de bike. Kovara Nûbihar Akademî, bi rêbazeke akademîk dê cih bide her cure nivîsên zanistî û bi nêrîneke multidisiplinerî dê nivîsên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd. di nava xwe de bi hewîne. Di kovarê de dê nivisên mîna gotar, werger, tîpguhêzî, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan biweşin. Gotarên ku ji bo weşandinê bên şandin dê bi sîstema “hekemtiya kor” ku dê ji hêla hekemên pispor ên ku navên wan dê bên veşartin ve bên nirxandin. Kovara Nûbihar Akademî dê di demsalên bihar û payîzê de salê du caran bê weşandin. Zimanê weşanê kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) û îngilizî ye. |
|
09.03.2014 23:34 |
diljan
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |