10. ecêb e lê heta niha min kî dîtibe û kî nas kiribe, wextekî pÎrika wan ji aliyê cinan ve hatiye revandin, paşê li gorî rîwayetan ev pÎrika tiberik dibe pÎrika jina mîrê cinan û piştî zayînê jî wek perû torbeyeke tijî qaşilên pîvazan didin pîrê û ji pîrê re dibêjin nebe ku heta tu bigihî malê, tu deriyê vî torbeyî vekî, pîrê jî di rê de bi mereqa xwe nikare û di nîvê rê de devê torbeyî vedike û çi bibîne torbeyek tijî qaşilên pîvazên hişk, pîrê qaşilên pîvazan di rê de dirijîne û tê ji nefsên malê re çîroka xwe ya revandinê dibêje, ji nav nefsên malê yekî dinyadîtî dibêje keçê bêaqilê çawa tu têyî malê ew qaşilên pîvazan hemû dibin zêr, keçê kezîkurê te çima avêtin, pÎrê diçe torbeyê xwe saxtî dike çi bibîne du sê lib zêr di binê torbeyî de mane hema bi dest xwe re dikeve ser rê diçe cihê ku qaşilên pîvazan lê avêtibûn, lê heta digihije wir cinan qaşilên xwe vedane û birine.. yanî di her civateka ku lê behsa cinan tê kirin miheqeq yek di serlehengiya pîrika xwe de vê çîrokê dibêje.. |
|
18.03.2014 22:56 |
endazer
![]() |
![]() |
vivaldi [6] |
![]() |
heye ku [1] |
![]() |
hovalak [1] |
![]() |
seks [1] |
![]() |
peyvên ku kurd nikarin bêjin [3] |