Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
çewtiyên mantiqî yên vegotinê

çewtiyên mantiqî yên vegotinê

1. beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ji ber ku gelek caran nivîskarên tirşikê jî van çewtiyan dikin ez ê çend nimûneyên berbelav yên van çewtiyan li vir jî binivîsim..



1 min berçavk xist çavên xwe. (çewt), min berçavk da ber çavên xwe. (rast)

2 ew min cidî nagire. (çewt), ew min bi tiştekî nahesibîne. (rast)

3 ji ber çavên min reviyaye (çewt), ji ber çavên min filitiye. (rast)

4 min trên revand (çewt), ez negihiştim trênê, ez ji trênê mam. (rast)

5 bi demê re wê biguhere (çewt), hêdî hêdî wê biguhere. (rast)

6 ez we silav dikim (çewt), ez silavan li we dikim (rast)

7 ev fîlm xweşa min çû (çewt), ev fîlm bi min xweş hat, kêfa min ji vê fîlmê re hat, min hej vê fîlmê kir. (rast)

8 ez li amedê jiyan dikim (çewt), ez li amedê dijîm, ez li amedê dimînim. (rast)

9 ez ê pirsekê bipirsim (çewt), ez ê pirsekê bikim. (rast)

10 keda me vala çû (çewt), keda me di avê de çû. (rast)

11 jê re silavan bibêje (çewt), jê re silavan bike, silavan lê bike, silavên min bigihiniyê. (rast)

12 çepikeke mezin ji bo wê (çewt), çepikeke xurt ji bo wê. (rast)

13 delal çawa diçe? (çewt) delal tu çi dikî, çawa yî, li ser çi kêfê yî (rast)

14 wî çav avêt pirtûkê (çewt), wî çav li pirtûkê gerand. (rast)

15 ez fikra wî jî bigirim (çewt), ez fikra wî jî bipirsim, ez bi wî jî bişêwirim. (rast)



20.03.2014 01:59 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çewtiyên di wergera facebooka kurdî de
» yên ku telefona xwe di destê xwe de digerînin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî