Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê

22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê

84. wekê di peyamên din de jî hatiye gotin civÎn xweş bû..

- sohbeta me hirde çû û wêde hat yanî me nekarî em sohbeta xwe li ser kontekstekî bigirin û kontrol bikin.

- hin hevalên me zêde şermok bûn, ji dêla wan ve jî ji mecbûrî ez şitexilÎm, bawerim antîpatiya li hemberî min ya di tirşikê de piştî civÎnê du qetî zêdetir bûye..

- me pêşiya civÎnê li ser çawaniya civÎnê tu plan û bername dananîbûn, ji ber hindê biçekî spontane çêbû civÎn..

- me nekarÎ em zêde li ser kêmasiyên tirşikê biaxivin û me nekarî em zêde behsa rê û metodên berbelavtirkirin û berniyastirkirina tirşikê bikin..

- di civînê de tirşik tunebÛ me tenê çaya tehl û tirş vexwar

- me hevalên botî û torî nehêlişt hevalên ji herêmên din zêde biaxivin.. *

- ji bo ku hevala gulgenim beşdarî civînê bibe min jê re got nazim tolhildan jî wê were, hevala gulgenim dema nazim li civÎnê nedît biçekî li ber xwe ket, ji xwe bi mahneya qursa min a tangoyê heye hêj civÎn temam nebûyî rabû çû..

- hevala elegez jî gotibû ez ê bêm lê bi şertê ku cercîs rewanî jî were.. ez ne şaş bim hat û dema dît ku cercîs ne di nav me de ye lê da çû..

- evê civînê rê li ber civînên din ên muhtemel jî vekir.. muhtemelen çend hefteyeke din wê li stembol civÎna duyem wê were duristkirin..



23.03.2014 22:18 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene