86. civîna ku min dil heye dilq û dirûv Û rengekî gerdîşî pê bidim..
eger xwudê hez bike û bêje erê, çend hefteyekî dî bi beşdariya hunermendekî surprîz ez ê civîna duyemîn -an divê bêjim sêyemin nizanim- ya gerdîşî ya nivîskarên tirşikê ya li amedê durist bikim..
cih muhtemelen wê heman cih yanî terasa bajêr/roj cafe/fîsqaya be û roj û saeta civînê jî muhtemelen wê eynî roj û saet be, yekşem/14-15:00.. belkî vê carê, şûna çaya tirş û tehl em xwarinekî bidin..
eger ciheke sergirtî ku em bikaribin lê xwarinekî xweş û zêde nebuha bixwin û pê re jî hevalê hunermend bikaribe bi rihetî hunera xwe lê îcra bike û ji me re stranên xwe bêje û em jî bikaribin lê vegerînin û pê re bêjin, hebe ew der jî Çêdibe..
lê vê carê divê hejmara beşdaran zêdetir be, divê civîn profesyoneltir be û divê bikaribe li derdora kurdîzan û kurdînivîsên tirşiknenas û tirşiknenivîs deng vede û wan bikişÎne tirşikê..
derî û dergehê min ji bo teklîf û rexne û şîretên hevalan li piştê ye, kerem kin fikra xwe bêjin..
û du hunermendên ku kêm zêde têkiliya min bi wan re heye, hene, ez ê xwe bigihînim wan lê, nizanim bê ka wê qebûl bikin an na, li gorî wê eger qebûl nekin, divê em di nav xwe de orkestraya tirşikê ava bikin û divê em bi xwe ji xwe re lê bidin û ji xwe re bistirên.. eger hevalên ku têkiliya wan bi hunermendinên ku dikarin bên û civîna me şên û ava bikin re heyî di nav me de hebin bila xêra xwe, ew jî arî me bikin..
|