Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê

20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê

75. civîna ku ez derbarê wê de hinek agahiyan bidim.



1- em û gêjê ji stenbolê, ervah.azad ji enqerê û argeşbotan jî ji îzmîrê tevlê civînê bû. bila pozê hinekan bişewite ku ji stenbolê nikaribûn qûna xwe ji erdê rakin û bên civînê.* ervah.azad bi xwe re hevalekî, gêjê bi xwe re du hevalan anîbû. dawiya dawî me hevalekî gêjê îkna kir ku ew jî bibe tirşikvan.



2- civîn xweş û germ dest pê kir û wisa jî qediya. bi rastî xwîna me tevan li hev kete û em ji hev kêfxweş bûn. heya îro - ji ber ku amedî me - min tim û daîm ji hevbajariyên xwe hevoka anliyem ama konuşamiyem bihîstibû lê bi xêra hevalê ku bi ervah.azad re hatibû êdî em felsefeya ne anliyem ne de konuşiyem jî têgihîştin. henek li alîkî serê pêşî zilam gote anliyem ama konuşamiyem lê piştî ku çav bi kurdiya tirşikvavan ket ku weke avê diherike êdî hêviya xwe ji binî qut kir û got wele ne anliyem ne konuşiyem.



3- pêşî me hev nas kir bê ka kî ji ku derê ye, çi karî dike fêlan û bêvan, pey re herkes serpêhatî û maceraya xwe ya kurdî vegot bê çawa di nav pêlê asîmîlasyonê de li kurdî xwar bûye û hînê nivîsandinê bûye û pey re jî herkes serboriya xwe ya tirşikê vegot bê ka çawa tirşikê nas kiriye û qeyd bûye.



mijarên civînê



-mijara yekem kêmasiyên tirşikê bûn ku em hinekî li ser mobîl versiyona tirşikê rawestiyan û wekî hun jî texmîn dikin biryara " ji tirşikê re mobil versiyon êdî pêwîste " der çû.



-em hinek li ser serkeftinên tirşikê sekinîn ku yek ji wan rexnekariya tirşikê û yek jî rizgarkirina kurdî ji monotoniyê bû. yanî rizgarkirina argoya kurdiya ku hatiye jibîrkirin, rizgarkirina henekên kurdî, rizgarkirina peyvên herêmî...

serkeftineke wêya din jî hin mijarên ku tenê aîdê tirşikê ne, di xwe de dihewîne, yanî hin agahiyên ku li tu derî peyda nabin. wiha me bi bîr bir ku tirşik êdî giraniyekî xwe girtiye û lewma daxwazên sansorê têne jê re. Bi qasî ku em li rexneyê sekinîn; rexnekarî baş e. lê ne rexnekariya hilweşîner ku ji çêkirinê bêhtir xera dike, ji şîretê bêhtir dijûn û çêr e, ne rexneya wilo, rexneya ku wekî fikir bê hesibandin, rexneya ku ramanê pêş de dibe divê bê kirin. yanî bi kurt û kurmancî ji bilî çêr û heqaretê tirşikvan dikarin li ser her tiştî biaxivin û mijaran vebikin.



-tişteke din a ku em li ser sekinîn jî, bila tirşikvan êdî dev ji tiraliyê berdin û bila nivîsan li ser tiştên ku zanin û qada ku tê de pispor û zana ne binivîsin. bi vî awayî wê ciwanên ku ji wan re agahî lazim bikin dê biherikin tirşikê. yanî ne ku em henekan nekin û li kêfê nexin, belê em wan jî bikin lê bi qasî vana divê em li ser mijarên ku agahî didin mirov jî hinekî bisekinin.



-mijara dawîn daxwaza me tevan bû ku em li hember pêşniyara "çima tirşikvan têkil mijarên polîtîk nabin" rabûn. ji ber ku jiyan ne tenê polîtîka ye û jixwe kurd têra xwe polîtîk in. ji xwendayê wan bigre heya nexwendayê wan. ji ber vê yekê daxwaza tirşikvavan li ser vê yekê " kî dixwaze bila tevlê mijarên polîtîk bibe, em tevlî mijar û nîqaşên wilo nabin" bû.



-êdî piştî vana em li ser zimanê kurdî û derûniya kurdan axivîn û êdî ez nizanim çawa çêbû mijar hat ser michel foucault û li ser ma. me kir û nekir gêjê dev jê berneda û wê dil hebû me tevan bike fûkoîst. Em li hêviya hevala gêjê ne ku di derheqê vî camêrê de agahiyan bide me.



-axirê şoreş ji aliyê ciwanan ve pêk tên. me jî bi vê fikr û ramanê baweriya xwe teze kir ku berî em şoreşek pêk bînin divê pêşî me xwe biguheranda... û belkî tirşik ji bo vê yekê pêla yekem bû. bo kurdiyeke jîndar û xwedî giyan...



21.04.2014 19:01 | ceso

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» 20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê
» civîna nazim tolhildan û ferhenga şikestî
» nivîskarên tirşikê yên popûler
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî