14. nanê tenik: nanê ku herî zirav hatiye lêxistin
kuşatî kirin: henek kirin,
şik nebirin: sersarî tevgerîn, mînak: şik navê ku rabe ji mevanan re xerhatine bike
xiş hev bûn, pir westîn, yê ku ji berbangê heta evarî şuxûlî xiş hev dikeve
dorcok, savara an bilxura ya herî hur
lotik, lottê (ji bo jinan) jinên ku ji karan xwe neeşînîn, nazenîn, xwe nawestînîn re dibêjin..jinên ku bi aşûnî, erçelî an havkayî tevdigerîn re dibên..
rantala;yên ku teral re dibêjin, giranî kar dikin an bi giranî dişixûlin, ramedîne hez dikin
cîp: pir pir, mînak: cîpta cîpta bi karkonî (kerîtî) dilive, cip a heremî ye..
gildik: pişqûlên miyan an bizinan re dibêjin
mirovên pir qutik û lawaz re jî weke nav nûçik dibêjin..
tayîz, tayizîn; wenda bûn , ber çavan wenda bûn 2.revîn (sewal)sewal dirêvin diçin wenda dibin,dema bo însen gotin bi tinazî însen dişibinîn heyvên..
sersî: dana sibê an roj diçê avê sîya çiyayekî an girekî dadikeve vê re dibêjin sersî daket...
hundira min gir dibê: bi tirkî midem bulaniyor
qerî=dîşlîk, qeriya min naye, hawunya min naye ( avuntum gelmîyor canim sikiliyor)
damelîsin çok dan
ger kirin, xistin erdê
lêniştîn, sîwar bûn
firfirik, perwane
kurhişk: şûna serhişk
heyat: hol an salon, ne peyvek herêmî ye..
qertîş=qirtîş ne peyvek herêmî ye..
dêmariyen (dêlemar, pifa diyamar, bûkmar, balîfamar, an marmaroka kesk) reş, an gumgumokên reş û gir, dema zarokatiyê digotin ku we du gumgumok ser hev de dîtîn, atletê xwe bexin bavêjin ser wan ji xwêde xwastekeke bixwazin, an niyaz bikin, ku xwesteka we dê were cîh, ku min du se caran gumgumok ser hev dîtîn lê bi ditîna min dêmariyên reben ji hev veqetîn û revîn.. tiştêk hêma nê pekan e
bandal : bend e heremî ye.. dema berê gundiyên belengaz û bêerd bo zikê rojanê bi salan li ba kesên ku dewlemend dixebitin.. digotin felan kes ketiye bin bandalî felan kesî ye..
bezin hev= hev girtin: bi hev re pevçûn
mixurbî, morî an gerikên ya herî biçûk re dibêjin
pinîzga motka herêmî ye..hêka ku pîna an pûnga mîrişkande dihêline da ku mirîşk were ser hekê de hêk bike.
ji kurxê sar kirin(kurk: )dema ku mirişk dikeve kurxê hêk nakê, ji bo ku mirişk nakeve kurxê mirişkê digirin heta serî dikin avê sar, demekek kurt mirişk di nava avê sar de dimine ku ji kurxê sar bê..mirişk ji kurxê sar nebû cardîn wîsa dikin..
|