Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
sêxiştiyên kurmancên xorasanê

sêxiştiyên kurmancên xorasanê

1. navê pirtûkekî ye.. ji aliyê celîlê celîl û gulê şadkam ve hatiye amadekirin.. mamoste celîlê celîl dema ji bo konferansa kurdolojiyê tê colemêrgê, li wir çend kurdên ji xorasanê nas dike û kul Û mereqa wî ya berê ya li ser çand û kelepora kurmancên xorasanê taze dibin, axirê qerarê dide ku here xorasanê û jiyana kurmancên li wir bi serê çavê xwe bibîne, axirê ev pirtûka danberheviyê jî encama wê ger û geştê ye..

sêxiştî yanî sêrêzî, yanî rist û helbestên gelêrî yên ku ji sê rêz û ristan pêk tê..

pirtûk bi formata pdfê li cem min heye, niha li seer înternetê min navê wê da ber gerê de lînka wî di tirşikê de binivîsim lê bi ser ve nebûm, ji simurg56 hêvî dikim bila binêre, eger peyda nekir ez jê re bişÎnim de di nav danegeha tirşikê de biparêze..

berê min zêde ji kurmanciya xorasanê fêhm nedikir, lê piştî ku min ev pirtûk bi temamî xwend û peyvên ku wateya wan nizanim jî ji ferhenga li pişt pirtûkê nêrî, êdî bêyî ku li gotinên stranê binêrim hemû stranên kurmancên xorasanê bihêsanî fêhm dikim..



kurmancên xorasanê ji ber ku ji kurdsitanê bi zor û kotekî hatine sirgûnkirin piraniya sêxiştiyên wan jî li ser bêrî Û kovana kurdistanê ye.. wek;



''va çiyana çiyê me nîn in

merxê çiyê me hêşîn in

kew li çiyê me dixwînin''



''welatê me erzirûm e

wî çiya û gul û tûm e

heft sal in ez ji cî bûme''



''xelko can le me çi kirin

malê me le gan bar kirin

je welatê xwe em dûr kirin''



pirtûk teqrîben ji 1800 sêxiştiyan pêk tê, di serê pirtûkê de malûmatên têr derheqê dîroka kurmancên xorasanê de û jiyana wan ya îroyîn de tên dayîn û di dawiya pirtûkê de jî kurteferhenek heye..



06.06.2014 14:16 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» sêxiştiyên kurmancên xorasanê
» kurmancên mereşê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî