Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
tirkî

tirkî

17. bi rastî jî zimanekî pêşveçûyî ye lewra mariv bi vî zimanî hemû pêdiviyên jiyana modern a sedsala bîst û yekemîn, dikare pêk bîne, hînbûna wî zehmet e yan hêsan e? ew gengeşe karê pisporan e lê bi ya min hînbûna zimanekî ne girêdayî zimanê hanê ye ango giriftbûn an zelalbûna zimanê di vir de diyardar nîn e dema zimanek bibe zimanê jiyanê û tu di nava wê jiyanê de bijî, hêsan e ku hîni wî zimanî bibî. niha dema zarokên kurd digihîjin û emrê wan dibe 6 an jî 7 hînî tirkî dibin. gelek normal e em seranser bi bandora tirkî mezin bûne û kurdiya ku me hînî zaroyên xwe kirine, ne kurdiyeke resen û herikbar û rast e jixwe ji me ve kurdiyeke felişî û hetikî hîn bûne dema jî diçin hînî tirkiyê dibin pirr rehet hîn dibin. bînin bîra xwe, dema bavê me behsa leşkeriya xwe dikin çawa mînakan didin? bavê mim dema behsa leşkeriya xwe dike dibêje çend kurd hebûn ku dema nû hatibûn leşkeriyê bi tirkî nizanibûn û dema çûn jî ji xeynî dijmîn û tekmîlên fermandarên xwe yên kirêt, tiştek hîn nebûn û çûn. çima? ji ber ku wan salan di nava civata kurdan de kurdî zimanê jiyanê bû tevî ku qedexe bû dîsa jî di malan de dihat axaftin û tv, radyo û înternet û jiyana metropolî tunebû ji ber wê ye ku wan çaxa hem kurdî nelewitîbû hem pêdiviya kurdên me bi têgehên nûjen û teknîk tune bû û hem tirkî li gorî niha pêşve nebû û hem jî di nava kurdan de belav nebûbû. ez bawer im ji ber van sedeman hînbûna wî niha hêsan e.

nexeyîdin lê bi rastî jî dewlemend e jixwe dewlemendbûna zimên, girêdayî zimên nîn e, girêdayî civat û netewa ku wî bi kar tîne ango netewa ku wî zimanî wek zimanê fermî hilbijartiye û dişuxulîne, çi qas pêşve ye? ya girîng ev e. mesela îngîlîzî tevî ku ji sedî heştê bi peyvên din tijî ye dîsa jî wek zimanê dewlemendtirîn ê cîhanê tê qebulkirin. çima? ji ber ku gelek tê bikaranîn û sedema bikaranîna wî jî berê îngîlîzan û niha jî abdyê ye ma malmîratno bû 300 sal e ku hukumraniya cihanê dikin ji 20 zêdetir dewletan de zimanê fermî ye.

tirkî zimanekî 90 salî ye û szt (tdk) ji bo ku ev ziman pêşve biçe di salê de 27 mîlyon dolar xerç dike. tu zimanekî nû jî çê biki, 90 sal hewl bidî û gelek pere xerç bikî ew ziman jî dewlemend dibe yanî



14.06.2014 18:38 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene