Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
xwederxistin

xwederxistin

2. nimûneyek ji bo bikaranîna vê term û têgehê;



Çavdêrê siyasî yê Kurd Arif Qurbanî tekez kir ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û divê Kurd xwedan biryar bin neku Sîstanî, Sedir an jî Mutleg. YNK jî dibêje armanca xwe derxistina hêza Şîeyan li Kerkûkê piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge bûye.



Îran careke din zextê li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dike û dixwaze di nav wê yekrêziya niha ya Kurdan de, li ser bûyerên vê dawiyê, helwêsta wê cuda be. Bi baweriya çavdêrên siyasî jî, xwederxistina milîşiyayên Şîe li bajarê Kerkûkê, bi rizamendiya parêzgarê Kerkûkê bû ku ser bi YNK’ê ye û bi zexta Îranê bûye. Endamekî YNK’ê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî wiha dibêje: ‘’Çima ji bo Kurd û Turkmenan rewa ye ku karekî wiha li Kerkûkê bikin û bo Şîeyan ne rewa be?.



Li gor hinek çavkaniyan, hinek tevger û pêngavên YNK’ê li îdareya bajarê Kerkûkê, darbeyê li yekrêziya Kurdan didin. Berê jî gotegotek hebû ku Malikî ji YNK’ê re gotiye ku Bexda amade ye piştîvaniyê li herêmeke federal bo Silêmanî û Kerkûkê bike, budceya Silêmaniyê jî bide û Necmedîn Kerîm û Adil Mûrad jî bi vê pêşniyarê razî bûne, lê belê endamên din ên YNK’ê tiştekî wiha red kirine.



Hevdem ligel van zextan, Îran hewl dide aloziyan li wan navçeyên sînor çêbike, ku çûn û hatina navçeyên di jêr kontrola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ne. Her doh jî Îranê navçeyên ser sînor ên Herhema Kurdistanê topbaran kirin bi hinceta qaşo gerîllayên PJAK’ê li wan navçeyan hene.



Ji aliyekî din ve li gor hinek çavkaniyên taybet, di çend rojên borî de û bi rêya Firokexaneya Hurriye ya Kerkûkê, hêzeke Îranê ku nêzîka 500 kes bûn gehiştine bajêr. Tê pêşbînîkirin ku ew xwederxistina Şîeyan û hatina leşkerên Îranî bo Kerkûkê senaryoya Îran û Malikî be û bixwazin şerê DAİŞ û Şîeyan bikin şerê Kurd û Şîeyan. Bi vî awayî jî eger bo wan here serî ji dêlva ew li beramber şer bin, wê demê dibin temaşekerê şer.



Li gor hinek çavkaniyan şeva îna borî jî firokeyeke barhilgir a İraqî li Firokexaneya Kerkûkê danî û 4 hezar parçe çek ji milîşiyayên Ehlî Heq re anîne, ew xwederxistina milîşiyayên Sedir jî li Kerkûkê bi mohleta parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bûye. Di vê derbarê de çavdêrê siyasî Arif Qurbanî ji BasNewsê re got: ‘’Çênedibûn rê bê dayîn ku Şîe li Kerkûkê xwederxistineke wiha ya çekdarî bikin.’‘



Qurbanî wiha axifî: ‘’Qet êdî çênabe Kerkûk di bin îradeya serkirde û raberên olî û siyasî yên Bexdayê de be, Kerkûk ne bajarê Şîeyan û ne jî yê Sunneyan e, heta di milmilaneya xwe de bikar bînin, lê bajarekî Kurdistanî ye û divê Kurd lê biryarê bidin neku Sîstanî, Sedir an jî Mutleg.’‘



Lê Endamê Komîteya Ewlekariyê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ser bi YNK’ê Ehmed Eskerî îdîa dike ku ew xwederxistin normal bûye, rewş şer e û vêna dixwaze: ‘’Çima ji bo Kurd û Turkmenan rewa ye ku karekî wiha li Kerkûkê bikin û bo Şîeyan ne rewa be?.’‘



Çavdêrê siyasî û mamostayê zanîngehê Ebdulsetar Ebdulmecîd jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘’Niha rewş bi awayekî ye Malikî nikare şerê DAİŞ bike şerê Kurd, ji ber DAİŞ nikare li beramber Pêşmerge û Herêma Kurdistanê şer bike, ji xeynî vêna jî welatên bihêz wek Amerîka û Ewropayê naxwazin Herêma Kurdistanê ku bûye cih û penageha sedan hezar penaber û koçber, aramiya wê têk biçe, loma di vê rewşa niha de çi senaryoyeke Malikî hebe ser nagire.’‘



Ji aliyê xwe ve Berpirsê Liqa Kerkûkê ya PDK’ê Mihemed Kemal, tekez kir ku xwederxistina milîşiyayên Şîe li Kerkûkê xelet bû û got: ‘’Em qet careke din rê nadin ku li Kerkûkê xwederxistineke wiha were kirin.’‘ Lê Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd berevajiya Mihemed Kemal, dibêje ku armanca xwe derxistina milîşiyayên Şîe li Kerkûkê piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge ye.



24.06.2014 18:42 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwederxistin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî