Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 24 peyam
the sixth sense

the sixth sense

1. Fîlm Amerîkî ye. Zimanê wê yê resen jî ji xeynî çend hevokên Latînî û Îspanyolî, Îngîlîzî ye. Her çiqas yek ji cureyên fîlmê weke "tirs" hatibe nivîsandin jî piştî ku mirov fîlmê diqedîne, dibîne ku bi rastî ne ewqas tirsnak bû. Lê tabî ya girîng ew e ku ber temaşekirinê re mirov çi hîs dike. Ez? Bi rastî ger bêjim qet netirsiyam, wê dereweke saxlem be. Tirs hinekê di vê fîlmê de hatiye helandin, di nav giyana fîlmê de heye tirs, yanî mîna fîlmên klasîk ên tirsê tu tiştekî nabînî û natirsî. Tu ditirsî ji ber ku tu her tim bêaram î û ditirsî ku tiştek biqewîme. Neyse ev nêrîna min e. Çîroka fîlmê li ser zarokeke "ne normal" hatiye avakirin. Di fîlmê de ev kurikê bi navê Cole her tim ditirse û ji doktorê psîkolog ê ku dixwaze wî derman bike, tekane daxwaza wî ew e ku bike ku bes bitirse. Belkî jî ê ku mirov ditirsîne, ev tirsa kurikê be. Rola cole ji aliyê haley joel osment ve tê lîstin û bi rastî min heta niha ji xeynî heman kurikî weke lîstikvanek tu zarokê evqas serkeftî nedîtibû. Lîstikvanê din ê sereke jî bruce willis e. Jixwe Bruce Willis navdar e û hûn wî bi fîlmên weke sin city, ocean's twelve, pulp fiction û hwd. nas dikin. Seneryoya fîlmê hineke sûrprîz e loma naxwazim zêdetir qala naveroka fîlmê bikim û we bi fîlmê re tenê dihêlim. Dawiya dawîn fîlm xweş e yanî. Ger ne wisa bûya ji xwe ma min çima wergerand? hûn dikarin kurdiya fîlmê ji malpera wergerine.com peyda bikin.



21.07.2013 21:13 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
botan times [1]
Rojnameyeke efsane ye. Lê Bi çûna roşan lezgîn tu dibêjî qey vikîvala ...
metrobus [1]
otobusên ku rêwiyên ku rûniştine qet peya nabin. ew jî li ser van otob...
nifûsa kurdan [1]
@çaya germ di hesabê te de pir şaşî hene. Hesabkirina nifû...
soranîkirina kurmanciyê [4]
li ser pêşeroja zimanê kurdî de mijareke girîng e. ez ne zimanzan im ...
soranî [2]
(bnr: îmana min jê diçe) Zimanê ku di siberojê de wê Kurmancî pişt ...
belki ev jî bala te bikişînin
» the next three days
» sense8

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî