Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
sûrên cizîrê

sûrên cizîrê

1. sûrên cizîrê ku cara yekem beriya zayînê 2000 salî ji aliyê gutî'yan ve hatine çêkirin ji hêla medan, sasanî'yan û erdeşîrê kurd ve hatine nûjenkirin û cara dawiyê jî di sala 1994’an de restorasyona beşekî ya hêsan hatiye kirin. sûrên ku bi kevirên reş ên bazalt hatiye avakirin, di şêweyê keştiya hz. nuh de weke aliyê serê keştiyê di dîwarên bakûr, aliyê piştê jî bi awayê ku di dîwarê başûr de bimîne hatiye çêkirin. beşek ya sûran di şerên cur bi cur de (wek mînak, serhildana sala 1847’an a di pêşengiya mîr bedirxan de topavêjên osmaniyan yên ku di bin fermandariya reşît paşa de dema serhildanê biçewisînin de) hatiye hilweşandin. beşên wê yên din jî wek sala 1935 an ji bo bikin “rawestgeha otobus û qemyonan” û bi hin bahaneyên din ji hêla rayedaran ve hatine xirakirin.

dîwar cih cihan 2 m stûr û 14-15 m bilind e. li aliyê başûr pênc û li bakûr û rojava jî her yekî bircek li ser piyan mayiye. di 1085’an de dema selçukiyan herêm fetihkirî hêzên leşkerî ji bo dargirkirina cizîra ku wê demê paytexta merwaniyan bû hatîbûn şandin. hêzên selçukiyan, ji hêla yek ji rûspiyên bajêr benî vahbanê ku bi dewleta merwaniyan re li hev nedikir ve di deriyê babûl bûveyb re derbasî hundirê kelhê hatine kirin. sê deriyên sûrên bajêr yên ku heta roja îro karine bên hene. ji van ji bakûr ve deriyê torê, ji rojhilat ve deriyê deştê û ji bakûr ve jî wek deriyê çiyê tên binavkirin. sûrên bajêr beşên ku li ser piyan mane ji cem rawestgeha otobusan, ji taxa kaleyê û ji hin deverên din yên bajêr tê dîtin. beşên din jî tevlî avahiyên li derdorê hatine çêkirin bûne.



29.06.2014 14:05 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sûrên cizîrê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî