1. çiqas ecêb be jî navê helbesteke wêjeya qlasîk a kurdî ya Şêx Şemseddînê qutbê exlatî yê birîfkanî ye.
Şukrê ’heq daim tikim ez, kû kerê min par mir
Sûcdeyê şukrê tibim ez, kû kerê min par mir
Ew kerê rehwar û vervî, bi’tir û cih dest û kûvî
Jêm nema yêkcar hîvî, kû kerê min par mir
Ew kerê vervî û rehwar, bê ’sim û bê nal û bizmar
Jê vesam evsalî yêkcar, ku kerê min par mir
Ker mir û kevin bûye palan, bar yêkcar bir bi talan
Ez xweşim ev car li ’halan, ku kerê min par mir
Ez xweşim ev car, ku ker mir ’xaîbest û nîye ’ha’zir
Sirrê ’xeyb lêm bûye ’zahir, ku kerê min par mir
Ker mir û ez jê hesaim, remzê ’xeyb mekşûfe daim
Xûşdilû pir ’hal û şaim, ku kerê min par mir
Geh li ser min ew tibû bar, geh tibûm ez liwî siwar
Her libû tekrîmê car car, ku kerê min par mir
Geh li min ’xaîb tibû ew, geh li balim bû, bû yek cew
Nû hesaim xûş tikim xew, ku kerê min par mir
Ev çi remz û ev çi ker bû, ev çi ’hal ev çi ne’zer bû
Min li xû evrû çêtir bû, ku kerê min par mir
Ker mir û ez bûm bi tazî, nûke dil ’xemgîn tixazî
Ta nekim ez lehû û bazî, ku kerê min par mir
Wey kerê min mir ji birsê, wexte lê pinkêvim ’ersê
Bûme eymen ez ji tirsê, ku kerê min par mir
Wey kerê min wey kerê min, vervî û hem la’xerê min
Xûş vebûn derdê serê min, ku kerê min par mir
Wey mixabin derdrêjim, kes nizanî kez çi bêjim
Histiran ez lew tirêjim, ku kerê min par mir
Nakim ez lavê bi de’iwa, mûnkîrest nadan û e’ima
Xûş tizanin ehlê me’ina, ku kerê min par mir
Ev rimûzê cawidanî ehlê me’ina vê tizanî
Her dibêjim zahidanî, ku kerê min par mir
Kes nizanî kev çi ’hale, ev çi me’ina ev çi qale
Ez bibêm biz’banê lale, ku kerê min par mir
Ew kerê kez lê siwar bûm, ez ji dest efkar zar bûm
Ew mir û ez lew dîyar bûm, ku kerê min par mir
|