Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 2 peyam
ewwel ku yarê da me

ewwel ku yarê da me

2. Helbesta melayê cizîrî:



Ewwel ko yarê da me yek zerreyek ‘inayet :

______________________________



Ewwel ko yarê da me yek zerreyek 'inayet

Qismet me xemr û cam e di deftera hidayet



Husn û cemala canan nadêritin tu payan

Herçi nebit bidayet esla nehin nihayet



Feyda 'ulûmê hikmet cama sedef ko gêra

Me ji destê muxbeçan dît bi mishef û bi ayet



'Arif heta nenoşî ji destê meyfiroşî

Xaib nebû ji hişî peyda nekir wilayet



Gunah û zuhd û tamat hilnagirit xerabat

Kesê bi vî derî ret divê bikit ri'ayet



'Işqê ji herdu çeşman ewwel di dil eser kir

Lê zerre zerre axir sotin kir û sirayet



Şaki s-silahi herdem bi kuştina Melê bit

Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şikayet



Cama di destê şahid jengê ji dil dişûtin

Pîrê muxan ji rendan weh-weh dikir riwayet



Etwarê 'işq û mestî esrar-i butperestî

Teqrîr-i sed riwayet nakit li bo kifayet



Li-yetme'inne qelbî 'eynu l-yeqîn dibexşit

'Eynu l-'eyani divêtin kafî nehin dirayet



Mîrî yû padişahî mûyek li nik Melayî

Nadim bi mulkê 'alem yek zerreyek 'inayet



Melayê Cizîrî



10.09.2014 13:10 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
hin sedemên xemgîniyê [7]
Dixwazim bigrîm lê têra xwe jî girîyam, çavên min ziwa bûne nema hêsir...
hin sedemên xemgîniyê [1]
Peyama pîroz û çûka wê (lînk: https://tirsik.net/index.php?peyam=1...
helbestên baba tahirê uryan [1]
سیاهی دو چشمانت مرا کشت درازی دو زلفانت مرا کشت به قتلم حاجت تیر و ک...
claude.ai [1]
Ew jî wek chatgpt a openai , geminiya google û wek groka elon musk, ye...
zarê xelkê [1]
navê min ê din e....
belki ev jî bala te bikişînin
» ewwel ku yarê da me
» yarê janî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî