2. kanaleka başûrê kurdistanê ye, ez ne xelet bim xwediyê kanalê waliyê berê yê dihokê ye, li tirkiye û li bakurê kurdistanê jî amed, wan, enqere û stembol tê de çar ofîsên kanalê hene.. darî tvyê nakim, ji ber wê nikarm tiştekî derheqê kalîteya weşanên wê de binivîsim, hevalekê min li ofîsa wê ya li amede de dişixule, wekê pirraniya karûbarên li başûrê kurdistanê tên kirin di dan û belavkirina kar û berpirsiyariyên vê kanalê de jî ne li liyaqat û ehliyet û kalîfiyebûnê belê li têkiliyên nas û dost û hevalan dinêrin.. duh li ser youtubê liqayî çend qeydên bernameyeke bi navê the artist ku li ser waar tvyê tên weşandin hatim.. kalîteya weşanê, şert û mercên stûdyoyê baş bûn lê konsepta bernameyê bi Kêrî seriyek pîvaz nedihat, ji xwe ji sê çar deqîqeyan zêdetir min nekarî xwe lê ragirim.. rûpela wê ya li ser wîkîpedyayê; Here lînkê (heta niha tenê opsiyona soranî û îngîlizî heye, û derheqê kanalê de zêde zanyarî nehatine dayîn..) |
|
10.09.2014 20:32 ~2016.12.10 22:50 |
endazer
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |
|
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1] |
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |