5. Li gora xebatên Seccadî jî Herîrî bi kurmancî nivîsandiye û di sala 1425a de ji dayîk bûye û di sala 1490î de çûye ser dîlovaniya xwe. qanatê kurdo jî di pirtûka xwe yî tarîxa edebiyata kurdî de dibe ku Elî Herîrî kurmanc e.
Lêbelê kamûran bedîrxanê rehmetî di nivîsa bi sernavê fêrbûna xwendina kurdî de nivîsiye giva Elî Herîrî soran bûye. Lê bedirxan qet helbesteke Herîrî, ne bi zaraveyê soranî ne jî bi kurmanciya jorîn di pirtûka xwe de çap nekiriye,nehanîtiye ber çavên xwendevanên xwe.
Her çiqas celadet elî bedirxan û Qanatê Kurdo li kurdistanê helbestên Herîrî bi dest nexistibin jî Kurdnasê alman albert sosin û Kurdnasê sovyetî m.b rudenkov çend helbestên Herîrî weşandine.
Ji xebatên Albert Sosin beşek:
‘’ Ger hûn bibinin nale eşq
Tenê li bom zarî dikin
Her kes bizanêt halê eşq
Bi hîlê dijwarî dikin ‘’
. . . . .
‘’ Mest û şerap kendavê
Êsîr û bendêt vê şeve
Ger wesfê yarê ez bibêm
Hûn terkî hûşyarî dikin ‘’ (9)
Di sala 1972 yan Kurdnasê sovyetî Rudenkov çend helbestên Herîrî weşandiye. Rudenkov van helbestan di nava destnivîsên kurdî yên li pirtûkxaneya saltîkov-Şêdrînê de dîtiye.
Ji Xebatên Rudenkov beşek:
‘’ Baxê ku sed bihar lê
Bilbilê lalezar lê
Ku sed gulê bixar lê
Bilbilî nalanal e ‘’
. . . . .
‘’ Ji hînde bînin taracî
Ji mermeri bînin xeracî
Ji romê bistînin bac e
Ji bo xemla şepal e ‘’ (10)
Di pirtûka xwe ya bi navê Hozanêt Kurd de ku di sala 1980’yî deli bexdayê çap bûye, sadiq behadîn Amediyê çend helbestên Herîrî çap kiriye.
Ji xebatin Sadiq Behadîn jî beşek:
‘’Şema şebistanê ev e
Werda gulistanê ev e
Sirî tebistanê ev e
Şoxa Herîrî dilgeş e’’
. . . . .
‘’Mehweş ku westan sef bi sef
Ew hate der Misrî de kef
Wan got: ‘’ E’liyo latxef
Mi bi mirdin qewî xoş e’’
|