Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
mela xelîlê sêrtî

mela xelîlê sêrtî

15. MELA XELÎLÊ SÊRTÎ (1753-1841)



Yek ji hozan û nivîskarên kurd ên bi navûdeng, Mele Xelîlê Sêrtî ye û bi esl û azbata xwe ji hîzanê ye. Navê bavê wî, Mele Hesen e û di sala 1753 an de li Hîzan hatiye dinyayê û di sala 1843 an de jî, li Sêrtê çûye ber dilovaniya Xwedê. Pirtûka bi navê "osmanlî muellifleri" nivîsîye ku: Ew, di sala 1257ên Koçê de miriye. Ev tarîx li pêşber ya Zayînû, dike 1841.



Mele Xelîlê Sêrtî, li Bakûrê Kurdistanê bi navê "seyda" ango dersdar hatiye binavkirin. Ji ber ku wî pirê jiyana xwe bi dersdana feqiyan re bihurandîye. Ji xeynî wê yekê, wî gelek pirtuk û berhemên giranbiha li paş xwe hiştine.





Mele Xelîlê Sêrtî, 24 pirtûk nivîsîne. Piraniya wan bi zimanê erebî ne û naveroka wan jî olî ye, tê gotin ku heşt ji wan bi zimanê kurdî ne. Ji berhemên Mele Xelîl tenê "nehcilenam" di destên me de heye. Ev pirtûk bi Kurmancîyeka zelal û bi helbestkî hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de 22 sernav û 271 malik hene. Hemû bi kêş û qafîye ne, rêz bi yazde kiteyan dikişin û her du rêz jî, bi yek qafîyeyê ne. Herweha qalibê kite û qafiyeyên pirtûkê jî, mînane yên Mewlûda Kurmancî ya Melê Bateyî.





Berhem û afirandinên Mela Xelîlê Sêrtî ev in:



1- tebsîret-ul qulûb



2- tefsîretu axir Îla sûretî-l kehf



3- mînhacû sittet



4- tesîsu qewa'îd-ul 'eqaîd



5- dîyau qelbî-l 'urûfî (menzûm)



6- Şerhu ela menzûmetî-l şattîbîyyetî fît'tecwîd



7- mehsûl-ul mewahîbî



8- muxlis- kîtabu fî usûlî-l fiqhî



9- kîtabu fî usûlî-l hedîs



10- zubdetu ma fîl fetawa el hedîsîyye



11- muxteser



12- nebzetu mîn-el mewahîb-îl medenîye



13- nehculenam fîl 'eqaîdî (menzûm)



14- nehculenam [[1]] Bî Luxet-îl Kurdîye (menzûm)



15- şerhu elel qesîdet-îl mehzîye



16- rîsaletu sexîr



17- Îzhar-ul 'usûn



18- el qamûs-ul sanî



19- Îsaxocî



20- rîsaletu fîl mecazî wel Îstî'are



21- rîsaletu fîl adab-îl behsî wel munazere (menzûm)



22- rîsaletu fîl we'zî



23- el mentûq-ul zumrûdîye (menzûm)



24- mewlûd (menzûm)



15.09.2014 14:23 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» melayê erwasî
» xelîlêzer

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî