Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 20 peyam
    dengbêjên gel

    dengbêjên gel

    1. Ev cure dengbêj, di nava gel de ne, ango ne dengbêjên dîwana mîr, beg û paşayan in. Bûyerên ku di herêman de derbas dibin distrên, gelek caran kilaman diafirînin. Kilamên dengbêjên gelî ji kilamên dengbêjên dîwana mîr û began dîdaktîktir in.



    Hişê wan ji bajar û bajarvaniyê diçe; lew di kilamên xwe de dema behsa bajarek bikin rengdêrên neyînî bi kar tînin. Bo nimûne: “…Ez ê çûme Diyarbekira şewitî…” “Dêrsima xopan…” Ji ber ku xweza di bajaran de tune, ew jî bêyî xwezaya çem û çiyayan nikarin deqeyek jî biqedînin.



    Gava ku dengbêjê gel ji dêrî ve xuya dike û dikeve hundir, wê gavê bêdengiyek li civatê dipêçe, hemû li bendê ne ku dengbêj an jî “gula cimaetê” kilama xwe bistire. Devera ku dengbêj here li wê divê tu pevçûn û nîqaş nebûyan, ev jî dide xuyakirin ku dengbêjên gel di nava civakê de xwedînirx in û bêrêzî divê qet li wan nebûya.



    Hinek dengbêjên vê cureyê ev in: Şakiro, mihemed arif cizrawî, hiseynê mûşî, meyremxan, kawîs axa, cemîl horo, ayşe Şan, salihê qubînî



    2014.09.16-19:41 | xwelî li ser

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    rojnivîska tirşikvanan [2]
    Îroj, 31ê cotmeha 2020a, saet 01.30... Merheba tirsik.net, em li ...
    sedemên nexweşikbûna xortên kurd [1]
    Ji ber ku pîvan û zihniyeta xweşikbûn û nexweşikbûna mirovên nûjen di ...
    kêmasiyên tirşikê [2]
    Divê di binê her peyam û mijarekî de bijkoja "gilîkirinê" he...
    30.10.2020 erdheja li îzmîrê [1]
    Erdheja ku bûye sedema her kesek di çîroka xwe ya watsap û înstagramê ...
    mihemed arif cizîrî [1]
    Min li ser jiyana hunermendê hêja Mihemed Arif Cizîrî çend tiştên bi t...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » dengbêjên herêma serhedê
    » gelo çi gunehê kurdan hebû ku di nav tirkan ereban û farisan de mane

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî