1. Di 13ê meha şe´bana 1274ên (dike 1858-59ê Mîladî) Koçê de li axtepeya girêdayê bi qeza Çinarê ve (Amed) hatiye dinyayê û di heştê Sibata 1325ên Romî de (21ê Adara 1909-10) jî çûye ber dilovaniya Xwedê.
Şêx Mihemed Can Axtepî kurê Şêx hesenê nûranî ye, diya wî şerîfe xanim keça mele Hesen e û birayê bindest ê şêv evdirehmanê axtepî ye. Şêx Mihemed Can jî sê kurên xwe hebûne; Mihemed Hesîb, Mihemed Mûnîr û Mihemed Behcet.
Şêx Mihemed Can xwendina xwe ya destpêkê li cem bavê xwe kiriye. Piştre di Medreseya bavê xwe ya li axtepeyê de li cem Mele Selîm û Mele Mihemed Emîn xwendina Nehw, Tefsîr, Hedîs û Mentiq xwendiye. Wî destûrnameya xwendinê ji Dersdarê menşûr ê Kurdistanê Mele Mihemedê Kurmuşluyê wergirtiye. Piştî wergirtina destûrnameya xwendinê Şêx Mihemed Can çûye şamê û ji xelîfekî Mewlana Xalidê kurdî xelîfetiya Rêçika Nexşebendî jî wergirtiye.
Piştî wergitina xelîfetiyê Şêx Mihemed Can şûnde vegeriyaye gundê xwe Axtepe û li şûna kekê xwe Şêx evdirehmanê axtepÎ di Medresê de desdarî kiriye ta ku çavên xwe ji dinya ruhnik girtine.
Berhemên Şêx Mihemed Can a herî navdar, destana leyl û mecnûn e. Tarîxa nivîsandina vê pirtûkê, çewa ku wî bi xwe di malikeke li dawiya wê bi tarîxa koçê nivîsiye, pirtûkê di "Hezar û sêsed û du"duyan de kuta kiriye. Îcar ev tarîx li hember ya Mîladî dike 1884. Ji bilî vê, çend rûpel medhiyeyeke Şêx Mihemed Can jî heye ku li ser Rewdneîma kekê xwe Şêx evdirehmanê axtepî nivîsîye.
Şêx mihemed can di destpêka pirtûka xwe de sedemê nivîsandina bi zimanê kurdî weha beyan kiriye:
Kurmancî qesaidê di mewzûn
Behsê bikin ew ji halê Mecnûn.
Turkî hene, nîne kurdewarî
Kurdî wekî kenzeke veşarî
Qet nîne kesek ji xelqê Ekrad
Leyla-sîfet ew bi ah û feryad?
Işqê qe nekirne ew belakêş?
Hicrê qe nekirne ew cîger-rêş?
Min dî hene, lêkî bê mecal in!
Puraqil û sahibê kemal in!
Sahib-huner û xwedan-hewes bûn
Lê şubhetê teyrekî qefes bûn!
Wan nîne muşîr û ne debîrek
Ne padîşehek, ne wan wezîrek!
Peyda bikira ger me emîrek
Sahibhuner û xwedanê şîrek
Ev Turk û Ereb, Tetar û Faris
Carek bibûna li ber me naqis
Her şairekî zebanê Kurdan
Qet nayê ji halê wan xeberdan
Her şi´r û qesîde dê bigota
Dunya ser û bin hemî bisota
|