Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
adab û risûma kurdan

adab û risûma kurdan

1. pirtÛke mele mehmÛdÊ bazÎdÎ ye. Adab û Risûm tê wateya orf û edet. Ev berhem bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin. Orf, edet û kevneşopiyan kurdan, di vê berhemê de bi awayek balkêş li ber çavan rahêxistine. Li gor agahiyan, ev pirtûka wî li zimanên rûsî, tirkî, farisî, erebî û zaravayê soranî hatiye wergerandin.



Mele Mehmûdê Bazîdî, ji bo ku gelê xwe baş nas bike, li gelek deverên Kurdistanê digere. Li erdnîgariya welatê xwe lêkolînan dike. Li nava gel, eşîr û koçeran dahûrînên baş dike. Rewş û timtêla gel baş hîn dibe. Mêvanî, malevanî, keçxwestin, dawet û dezgîran û cîrantiyê, hîn dibe û baş dişopîne. Van kevneşopiyan dinivîse û berhema wî ya bi navê “Adab û Risûma Kurdan” derdikeve holê.



Kurdolog margeret rudankov a rûsî, di pêşgotina vê berhemê ya wergêra rûsî de wiha dibêje: “Heger ev xebata Mele Mehmûdê Bazîdî, li cem Aleksander Jaba tine bûya, ev çand û nasîna kurdan a serdema navîn bi vê rewşê bi dest me neketana.”



Balyozê Rûs aleksander jaba, di nîvê sedsala 19an de, weke balyozê Rûsistanê tê Erziromê. Aleksander Jaba, hê ji berê de bi awayek mezin meyla xwe dibû, çand, wêje û dîroka Kurd. Li Erziromê ev keys dikeve destê wî ku hê bêtir lêbikole û ji nêzîk ve bibîne. Herwiha bi Mele Mehmûdê Bazîdî re peywendiyan datîne. Hêdî hêdî hevûdin nas dikin û êdî xebatên wan bi hev re dest pê dikin. Xebatan li ser dîrok, çand, wêje û rêzimana kurdî pêktînin. Mele Mehmûdê Bazîdî, ji pirtûkxaneya xwe gelek pirtûkan dide Aleksander Jaba. Di nav van pirtûkan de gelek ji wan destxetên Mele Mehmûd in. Yek ji van pirtûkên ku dayî Aleksander Jaba jî, “Adab û Risûma Kurdan” bû.



Herwiha destnivîsên mele mehmûdê bazîdî ketibûn destê Aleksander Jaba yê rûsî. Dema ku Aleksander Jaba vedigere welatê xwe Rûsistanê, van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî jî bi xwe re dibe. aleksander jaba van destnivîsên Mele Mehmûdê Bazîdî di arşîva Petersburgê de bicîh dike. Ji wê rojê û bi şûn de ji vê arşîva Mele Mehmûd gelek sûd hatiye wergirtin.



18.09.2014 11:41 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» adabımuaşeret
» kurdan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî