1. Wekî tê zanîn jî, ê/a ku dixwaze xwe fêrî kurdî bike an jî rêz rêçikên zimanî ê kurmancî baştir hîn bibe û zimanê xwe hinekî pêşdebibe, bêyî ku wext wenda bike, serî li materyala hînkera ji sê pirtûkan pêk tê dide. Ez jî yek ji wan belengazan im. Di wir de qazeke bi navê dîlan heye. min di jiyana xwe ya heya roja îroyîn de keçikeke kurdîaxêfa bi qasî dîlana dilê me û kurdîhezan şewîtî cool nedîtiye. bav bijîşk e, dê wênesaz e, mam helbestvan e, dîlan bixwe beşdarî li çalakiyên cihêreng dibe, arîstokrat e, zana ye û her wextî jî bi kurdî diaxife. ji kerema xwe re kesekî wê ji dûr an jî nêz ve nas dike bila bibe alîkarê min ez jî dîlanê bi çavên xwe bibînim û bizabim mehlûqetekî wekî wê jî li ser vê erdê ji aliyê rabê jorîn ê şîn hatiye afirandin heye.. ha yek jî (bnr: dîlan sebra dilan) |
|
25.07.2013 14:46 |
bazirgan
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |