Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
akira kurosawa

akira kurosawa

3. ji ber ku malbata wî malbateke samûrayan e, ew jî dibe samûrayek. piştî hayao miyazakî, derhênerê duyemîn e ku ez herÎ pir jê hez dikim. pirtûkeke wî ya bi navê cama no abura heye. di vê pirtûkê de qala xwe û hûnerên xwe dike. fîlma xwe ya ewil (bnr: sugata sanshiro) dema li dinÊ şerekî dijwar diqewimî, kişandiye.(1943) lê em nikarin bêjin fîlmeke ewqasî serkeftî ye. lê dîsa jî digel fîlma wî ya ewil e mere dikare lê temaşe bike yanî ne fîlmeke xerab e. di fîlma xwe ya ewil de ew hesta xwe ya di hemû fîlmên xwe de dide me, dide. hesta başiyê.. di hemû fîlmên wî ji bo mirovahiyê peyameke taybet heye: baş bin hekena mirovahî dê li ber nebaşiyê here. mesela di fîlma ranê de li ser vÊ mijarê pir hatiye sekinîn. ji şanoya shakespera hatiye kişandin lê dîsa jî sedema hilbijartina vê şanoyê û vî şanogerî girîng e. ger ji pirtÛkekê an jî ji şanoyekê fîlmekÊ bikişîne, teqez li çanda japonyayÊ dîne û fîlmên xwe bi wî awayî dikişîne. mesela ran û kumonosu-jô her du jî ji şanoyên shakespeare hatiye kişandin. shakespeare li gor çanda ingîlistanê nivîsiye lê kurosawa çanda şanoyê wegerandiye japonî.. ka em werin fîlma wî ya efsaneû di heman demê de fîlma ku ez herî pir jê hezdikim: shichinin no samurai. di vê fîlma xwe de ez bawer im pir serê xwe êşandiye. ev jî weke hemû fÎlmên wî li ser samûrayan e lê ferqa wê ew e ku ev di heman demê de li ser erkên samûrayan û pirsgirêkên gel e. kurosawa ji bo ku van mijaran li baş bide fÊhm kirin ez bawerim pir xebitîye û fîlmeke wisa efsane kişandiye. fîlm sê saet e lê ji ber ku her tim bûyerek diqewime mirov jê aciz nabe.. em werin fîlmeke wî ya din a efsane: yojimbo. ev fîlma wî jî di nav fîlmên ku ez herî pi jê hez dikim, de ye.. dîsa samûray dîsa aksiyon û dîsa ji bo mirovahiyê hişyarî..

rashomon: ev fîlma wî, fîlma wî ya ewil e ku navê wî derveyî welêt bihîsandiye:

- di sala 1951an de li mihrîcana fîlman a venedikê de xelata şêrê zêrîn standiye ango weke fîlma herî baş hatiye hilbijartin Û di sala 1953yan de li oscarê ji bo beşa 'rÊvebirina herî baş a hunerê' bûye endam û nesitandiye lê bi van bûyeran navê wî li dinê belav bûye. jixwe piştî van salan martin scorsese, francis ford coppola, george lucas û çend derhênerê din ên pir jêhatî dibin heyranê wî bi wî re têkiliyê dîdinin. mesela dema kurosawa ji japonyayê dihere rusyaya sovyet, coppola Û lucas alikariyê li wî dikin da ku fîlmekê bikişîne û kurosawa dîsa fîlmeke pir Û pir xweş û serkeftî dikişîne: dersu uzala

hê fîlmê wî yên baş pir in lê qalkirina fÎlman bes e. ka ez hinekî jî qala jiyana wî bikim. 7 xweh û birayên wî hene û kurosawa zarokê herî biçûk ê malê ye. bavê wî ji ber di artêşê de xebitîbû xwastiye ku kurosawa hÛnerên rojavayê bielime û ji ber wê hertim şîret û alikarî li wî kiriye û bi serkeftî jî derketiye. mesela kurosawa di şeş saliya xwe de dest bi temaşekirina fîlman dike. diçe şanoyê, pir ji çêkirina wêneyan hez dike dixwaze dema mezin bibe, bibe wênekêş. lê ji ber ku bêimkaniyan nikare bibe. dema kurosawa dibe ku dema şerê duyemîn ê cihanê ye. di vê demê de tevlî komunîstan dibe lê dawiyê dibêje ev ne li gorî min e û ji nav wan derdikeve. kurosawa di wan deman de bê pere ye Û ji bo hinek pere têkeve destê wî dest bi nivîsandina senaryoyan dike û carinan şevê senaryoyekê dinivîse mesela. piştî hinek wext derbas dibe dihere di studyoyan de dixebite. mesela alikariya derhênerê fîlma gojira dike. wê demê gojira fîlmeke pir navdar e û kurosawa di vê filmê de alikarî kiriye. bi vî awayî, bi vî awayî êdî tê wê astê kî êdî dikare fîlma xwe bikişîne.. û fîlma xwe ya ewil di sala 1943yan de dikişîne.. kurosawa di sala 1998an de rihmet dike.



30.11.2014 14:30 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» akira kurosawa

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî