1. beşa ku bi versiyona 2.4.4ê ket weşanê;
rojanekirin: êdî her tirşikvan dikare fîlman li vê beşê zêde bike. ne hewce ye moderator be.
1- hemû fîlmên ku me weke malpera wergerine.comê wergerandine kurdî, li vir tên lîstekirin. weke din mirov dikare fîlmên wernegerandî jî lê zêde bike. yanî ev rûpel dibe danegeha fîlman. mirov dikare binnivîsên kurdî yên van fîlman ji rûpela fîlmê daxe.
2- ji bo fîlman agahiyên weke "derhêner, senarîst, sal, cûre, welat, ziman, dirêjahî, fragman, afîş, wergêrê li kurdî" tên lîstekirin.
3- bi tikandinekê, mirov dikare here mijara wê fîlmê ya di tirşikê de.
4- mirov dikare;
hemû fîlmên bi zimanekê
hemû fîlmên ku wergêrek, wergerandine kurdî
hemû fîlmên salekê
hemû fîlmên welatekê
hemû fîlmên senarîstekî
hemû fîlmên derhênerekî
hemû fîlmên bi cûreyekî we lîsteyek, bibîne.
5- tirşikvan dikarin puanê jî bidin fîlman. (û dikarin puana xwe biguherînin jî)
6- hemû fîlmên ku tirşikvanek puan dayiye wan, dikarin werin lîstekirin
7- bi forma fîlmşandinê, mirov fîlmên nû jî li danegehê zêde bike
8- bi tikandinekê, moderator dikarin ji bo fîlmekê binnivîsên kurdî bar bikin
9- îstastîstîkên derbarê fîlman jî tê weşandin. (ev îstatîstîk wê pêşerojê de hê dewlemendtir jî bibin)
10- mirov dikare bibîne ka ji bo fîlmekê, heta niha kîjan nivîskaran çiqas puan dane.
wê pêşketina wê bidome.
|