Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 16 peyam
    rojbaş kobanî

    rojbaş kobanî

    1. Navê helbesteke kambîz kerîmî ye, ji aliyê muhsîn ozdemîr ve ji farisî bo kurdî hatiye wergerandin:



    Rojbaş Kobanî / Kambîz Kerîmî



    Roj baş kobanî

    Hişyar be… dem dereng e

    Tava şemiyê nîvîna te pêçaye

    Û birînên eniya te hindikî ji dûhî zêdetir vebûne

    Hişyar be

    Taya te laşê min dişewitîne

    Heke bi berbanga çavên xwe li çavên min ên şîn û şil negerînî.

    Dûh şev di kêleka textexewê te de heta sibê…

    Derewan nakim, heta sibê

    Min li ser beytikan û gencîneyên zarokatiye te gotiye

    Ji lêvkeniyên ku neyekser ên kurtikên te dipêçan.

    Ji ramûsanên te yên li derdor bilind dibûn

    Û evîndariyên heman çênd salên berê.

    Hişyar be gulam

    Min taştêya te daniye ser maseyê

    Û nanê teze yê ku li pişt piyaleya çayê bangî te dike

    Şemiyê kar heye, karê helmetê

    Divê tu îro baştir bî, hewşê ji kûçikan paqij kî

    Û kuçeyê ji bendewariya beytikan û bayê re bi gulên kirasê xwe

    bixemlînî.

    Hişyar be

    Ez ê zarokan bibim dibistanê…ku heke kurtikên wan nav xwînê de jî noq bibin.

    Ez ê pora wan şeh kim..ku heke destên min hatibe birîn jî

    Di rê de ez ê ji wan re bistrêm… ku heke sitrana dawî be jî

    Ez ê lamên wan ramûsim ku heke…

    Na, misoger ez ê lamen wan ramûsim.

    Tu baştir be gulam.

    Ez ê ji bo şemiyê û beytikan û çavên te yên şil î şîn

    Awaza bixwînim ku heke ez miribim jî

    Hişyar be…

    Dem dereng e



    Kambiz Karimi/kambîz kerîmî

    ji farisî: muhsîn ozdemîr



    2014.12.17-00:35 | xendekî

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tylol hot [2]
    Dermanê serd û grîpî yo. Kamcî wext serd bigêra bide biresa nê...
    foundation [1]
    demeke dirêj li benda vê rêzefîlmê bûm. Min romanê nexwendiyê lê afirê...
    rick and morty [1]
    Yek ji rêzefîlma ku herî zêde jê hez dikim e. Sezona 5'emîn qediya. Se...
    android 12 [3]
    alphabet -yani xwedyê google- îro navrû (user interface) yê paşî andro...
    di stranan de gotinên xwe biçûk dîtinê [1]
    strana bi navê pero ya ciwan haco'yê de ku gotinê hekim sefkan...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rojbaş
    » kobanî - jan dost

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî