1. Strana Min Tê
Kerek û deveyek pîr, bahlûle û kestepeste ku edî tu kar bi wan nabe û naqede ji aliyê xwediyê xwe ve li çolekê tên berdan .Bi dilekî rehet bi rojan hevaltiya hev dikin, li ser avan tîbûna xwe dişikînin, bi gul û giya zikê xwe têrûtije dikin, roj bi roj çê dibin gewî dibin li kewnê ciwaniya xwe vedigerin, ne derdê barên bêîman ne jî lêdana bêwijdan di bal û bîra wan de ye.
Rojek ji wan rojên biharîn ku ker û deve çivek di xwe de nehiştine û geh xwe pal dane geh xwe gevizandine kerê ku ji kêfan diranên wî yên kursiyan xuyane li deveyê dizîvire û dibêje:
-Hevalo wellehîn strana min tê, ez dixwazim bistirêm.
Hevalê wî deveyî jî ku bi kêfê jê nekêmtir e bi nîvhenekî dibêje:
-Rihê min, dev ji me biqere,xelkê bi me nehesîne.
Kerî dibêje:
-Na, îllem ez ê bibêjim, strana min tê wî.
Deve dike nake bi kerê nikare û kerî talî dizire dilê xwe rehet dike.
Bi zirîna kerê re xelk bi wan dihesin û tavilê xwe digihînin ba wan, bavooo çi bibînin, kerek û deveyek qewî û gewî û beredayî xwe pal dane li kêfa xwe ya belek dinêrin.
Demildest xwe dighînin wan, her yekî ji wan hevsarekî bi histûyê wan ve dadikin û wan didine ber şixul û suxran.
Wexta ku ker û deve di bin bahran de dilerizin, ker hew tebatî lê tê û dibe ihe iheya wî, deveyî jî ku ji paş de tê dibêje:
-Ih û mirin, ma ne strana te em xistine vî halî.
|