2. Têgeha "hiqûq"ê: Tevahiya normên ji aliyê (vbnr: qanûndanêr) ve hatî danîn û hatî naskirin e." divê mirov 'dad'ê jî têxe nava vê pênasekirinê. Heke em 'dad'ê têxin nava vê pênaseyê wê bi vî awayî be: "Hiqûq, tevahiya normên ku ji bo dadê pêk bîne ji aliyê qanûndanêr ve hatî danîn û hatî naskirin e. Hiqûq, ew zanista normatîf e ku tevgerên kesayet, civak û dewletê, têkiliyên di navbera wan de; ji aliyê dezgehên desthilatdar ve li gor rê û rêzana wê tê derxistin, bi hêza giştî tê piştgirîkirin, bi awayekî giştî ji muxatabê xwe re dibêje tu yê vê bikî an jî vê nekî, ji bo vê jî hemû dibêtiyan bi normên di meriyetê de bi rêk û pêk dike. An jî hiqûq, tevahiya qanûnên ku civakê bi rêk û pêk dike û hêza mueyîdeyî ya dewletê diyar dike. |
|
11.01.2015 14:09 |
xendekî
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |