Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
charlie hebdo

charlie hebdo

10. rûyê reş û tenî yê tirkên kemalîst û kurdên apoîst daye ber tavê.. tirka ji bo serokên xwe di qanûna esasî de qanûn çêkirine û bi qanûnan heta van çaxên nêzik heqaret li aliyekî rexnekirina ataturk jî qedexe kirine û yên ku bi ya van qanûnan nekirine û di navê ataturk de devê xwe şaş kirine an zimanê wan şehitiye cizayên giran li wan hatiye birrîn.. hê jî dema li cem tirkeke kemalîst dev ji rexneyê berde dema tu dibêjî qama ataturk ev qasok bÛ, ez behsa kuştin û talanên ku bi emrê wî hatine kirin nakim ji xwe, wekê ku tu şûjinan di qÛna wan re bikî, xwe dîn û har dikin hema namîne hilperişin ser ser û çavê te.. herwiha kurdên me yên apoîst jî ku hinekan jê mesele ji tamê derxistiye her sal roja jidayîkbûna apo diçin amarayê û xweliya wî bi serê xwe de dikin, dema tu rexneyekî biçûk lê dikî, sempatîzanên wî mehdê xwe tirş û tehl dikin, te dikin xayÎn û cehş û xwefiroş, ji destê wan bê dikarin te bi destê xwe bixeniqînin ew qasî zora wan diçe, berê hêj nehatî girtin apo bi destê xwe yê ku rexne lê digirtin an dikujt an jî di çavê xelkê de biçûk û erzan dikir.. neyse ev çi qas e kurdên me yên ku di bin tesîra tirkên çepên nasyonalîst de mane û dest û dilê xwe ji îslamê şûştine û rêyeke sekûler dane ber xwe, di her bûyereka ku bi destê misilmanên radîkal diqewime cihde radibezin îslamê û dibêjin binêrin ha ji we re îslama rastî, îslama heq!

ez ecêbmayî dimînim ev sed sal in dewleta tirk û dewletên din yên ereb û fars tu nemaye neaniye serê kurdan û kurdistanê, lê hê jî pkk û alîgirên wê xwe bi qûna slogana biratiya gelan ve girtiye, dev ji kurdistanê berdaye û doza bi hev re jiyanê ligel wan dewletan dike, ew qas zilma ku bi destê dewlet û xelkên din ên welatiyên wan dewletan li wan kiriye ber çavê wan nagire, lê dînê îslamê ku kurdan pirraniya meziyên xwe yên baş jê standine, kengî keysa wan jê tê, lê têne xezebê, pirraniya ewopî û amrîkiyan dibêjin îslam ne ev e, tu eleqeya van terorîstan bi îslamê re nîne, diz û pêxwas û psîkopatên ku pirsgirêkên wan ê psîkolojîk hene navê îslamê li xwe girtine û jehra dilê xwe de vedireşînin ser civakê lê kurd û tirkên me piştî her bûyerekî; ha ji we re îslama heq!




Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» charlie chaplin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî