Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 88 peyam
ava mezin

ava mezin

2. Straneke koma cudî ye ku wê karesata payîza 1989'an a 22 gerîlayên ji bo ji newala bekaa'yê derbasî Botan'ê qada şer bibin hatîn di nav dêrika hemko re derbas bibin hatî serê wan vedibêje. Dema xwestîn ji wir derbasî serxetê bibin divê xwe li çemê dîjleyê ango ava mezin bidin. Li wir leşkerên tirkan ser wan de digirin. Ew hersê gerîlayên dûvre tevlî wan bûyîn û qenw parastina wan bikin wan derbas bikin li wir ji bo ku leşker berê xwe ji komê vegerîne berê leşkeran didin xwe û xwe dikin fidayî. Hersê li wir şehîd dikevin. Navê wan:

Mihyedîn Saît Rauf (Cahît),

Zinar Ahmet Hecî (Reşôd)

Ahmet Hamza (Elî Hesen)



Gotinên stranê:



Ava Mezin, Ava Mezin

Ava Mezin tê bi xwînê

Ava Mezin, kul û kîn e

Dil birîn e kaniya jînê

Ava Mezin, Ava Mezin



Min dît îro Ava Mezin sor bi xwîn e

Min dît îro Ava Mezin kul û kîn e

Min dît îro Zinar şehîd e

Min dît îro Ehmed şehîd e



Negrî Dêrika rengîn

Warê Heval Mihyedîn

Dudo bûne stêr yek bû menge



Ava Mezin ka bêje min Ava Mezin

Li pêş te bû şer û cengê Ava Mezin

Ava Mezin kaniya jînê

Ava te bû sor bi xwîn e



Mihyedîn, Ehmed, Zinar

Rih û can kirine diyar

Rijandin xwîna zelal

Sor kirin deşt û newal



Ava Mezin pelê pêşiya te herîne

Bê sekin û bê tebat her dem axîn e

Ava Mezin dilbirîn e

Serê xwe danî reş û şîn e



Soz li me xwîn nebe sar

Heyfê rakin bi hezar car

Sonda me bi navê şehîd

Geş bikin agirê Botan



14.01.2015 10:26 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» avangard
» mezinên me digot

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî