Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
murathan mungan

murathan mungan

2. ji bo şamîşamîkirina tama helbestên wî ez ê helbesta wî ya bi navê yaz bitti ya ku ji aliyê loran ve li kurdî bi ser navê havîn qediya hatiye wergerandin li vir belav bikim..



''li her cihê ku havîn diqede tê gotin

tiştên nehatine gotin, dimînin



û piştre wek ku tiştek nebûye

amadehiyeke giran, hêdî

dest bi demsaleke nû ku rengê xewê dide, dike



li wir, li vir, di nav malan de, li qehweyên gundan, li ber behran

di bayên şevê yên havîna tenik de

dem, hêdika dizelite ji nav me

heta ji nava xwe em dibihîzin paşeroja pêşerojan

wekî din çi tê ji destê me

li dûrahiyeke mezin dibişirin û

pişt guhên xwe ve diavêjin tiştên ku me pê negirtine



Bayên aramker

lodos, poyraz û rojavayên di (dilê) me de der dibe

me vedişêre

navê aramiyê li xemgîniya di çavên me de dike

yên dibêjin "min tu baş dîtî"

em ê jî xwe baş hîs bikin

ma ji xeynî vê çi tê ji destê me...



berêvar, bêhn û serê koşeyan

di valahiya demê de

xwe winda dikin û

tevlî hişê tenha yê bîranînan dibin

dibe ku piştre rojekê

bi heman kederê werin bibîranîn



Li her cihê ku havîn diqede tê gotin

yên dibêjin, bi rastî jî bawer dikin ku hin tişt qediyane

havîn diqede

şev kevn dibin, hênik, xembar

amadehiya bo demsala nû: cihên şûl ên emrê



esrên dawiya havîna ku

aliyeke wê telaş e

aliyê din lerizînok

we ji damaniya we ya kûr derdixînin

hûn bêriya pirtûkên ku we demekê xwendibû, dikin

odeyên germ, balgîvên spî û paqij

panjûrên darîn



havîn qediya

tiştên ku neqediyane, man

havîn qediya

havîn qediya

bi dengekî bilind, ji xwe re dibêjim vê yekê

wek li her cihê tê gotin

havîn qediya

havîn qediya



tu tişt, tu tişt

tu tişt

tenê dicemidim niha...''



30.07.2013 04:16 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» murathan mungan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî