1. Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el-
Cezîrî el Kurdî di sala 1153’yan de
li taxa tora Cizîra Botanê hatiye
dinyayê. Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz
el- Cizîrî el Kurdî di qada zanista
sîbernetîkê de wek hosteyê herî
mezin tê pejirandin. Ev hosteyê
ku wek bavê sîbernetîkê tê dîtin di
heman demê de hosteyê fizîk, robot
û matrîksê ye jî. Ismaîl Ebûl Iz Bîn
Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî di sala
1233’yan de li Cizîrê çû ber rehma
Xwedê.
El Cezerî perwerdeya xwe ya
ewil li medreseyên Kurdan kuta kir.
Li van medreseyan bêtir li ser fizîk
û sîbernetîkê sekinî û heta roja me
jî gelek îcadên hêj ne hatine dîtin
kişfkirin û di dema xwe de xistin
xizmeta mirovahiyê.
Ebûl Izê ku di bin desthilatdariya
Zengiyên Kurd e dijiya, piştî demekê
li ser vexwendina Artûkluya çû Amedê. Li vê derê pirtûka xwe ya bi
navê ‘Kitáb fí ma’rifat al-hiyal alhandasiyya’(
Pirtûka bi marîfetên
yekbûna teknîk û xeyalan)
nivîsand. Nusxeyeke pirtûka xwe
pêşkeşî hikûmdarê Abbasiyan Ebûl
Ahmed, Nusxeyeke din jî pêşkeşî
hikûmdarê Artûkiyan Mehmûd bîn
Mihammed kir.
Nusxeya ku şand Bexdayê
di dema dagirkeriya Moxolan de
wenda bû. Li ser Nusxeya Amedê jî
dibêjin ji koşkê hatiye dizîn lê gelek
îcadên Mihammed bîn Yusuf bîn
Osmanê Heskîfî ji hin beşên ku ji
ber pirtûka wî girtine hatiye heta
roja me. Di Koşka Topkapiyê de
jî kopiyeke wê berhemê heye. Li
dinyayê jî bi tevahî 16 jibergirtinên
wê hene.
Bikaranîn, derfetên sûdwergirtinê
bi xêzkirina wek pêşnûmayan bi
awayekî bêhempa û pir nuwaze ya 50 cîhazî şanî mirovan kiriye. Ji ber
vê yekê El Cezerî El Kurdî di riya
zanist, zanyar û îcadan de dibêje
‘’Her teknîk û ilmê ku bi sepandinê
neyê ceribandin di navbera rast û
çewtiyê de ye’’
Alema Rojavayê Ismaîl Ebûl Iz
Bîn Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî wek
Al-Jazarî nasdikin. Norbert Wiener,
Andé Mari Ampére, James Clerk
Maxwell, Szolem Mandelbrojt ev
endezyar û zanyarên ku li ser
zanista fizîkê navdar bûne, El Cezerî
ji bo wan bûye wek çavkaniya bestê
û mamoste.
Di nav îcadên El Cezerî de
cûreyên saetan, deriyên otomatîk,
amûrên sifreyên otomatîk, amûra
xwîn girtin û berhevkirinê, pestopîva
xwînê, termûz, fiskiyeyên avê,
otomatên mûzîkê, hewzên nayên
valakirin, tilûmbeyên avê, pergalên
pompekirinê, mifteyên şîfrekirî,
muslix, maşîneyên kar û amûrên ku
barên giran radikin.Di nav wan de ya ku herî zêde
balê dikişine ser xwe û di dawiya
sedsala 20’emîn de hêj nû hatiye
kişfkirin muslixên otomatîk in. El
Cezerî ew muslix bi pergaleke
wek ya robotan saz kiriye û ji
bo destnimêjê xistiye xizmeta
mirovan. Ew robot wextê ku kesên
destnimêj bigirtana destê xwe dirêjî
bin muslixê dikirin û bi awayekî
otomatîk av ji muslixê dihat. Pergala
wî robotê otomatîk, bi hesabê wek
‘0101’ tê zanîn hatiye damezirandin.
Jixwe îcadkarê vî hesabî jî El
Cezerî ye. Ji ber vê yekê jî wek
pêşengê fikra pergala kompîturê jî tê
qebûlkirin.
Çawa ku wextê mirov dibêje
tib Îbnî Sîna, wextê mirov dibêje
matematîk Harezmî, wextê mirov
dibêje felsefe Farabî; tê hişê mirov,
wextê mirov bibêje sîbernetîk jî
Bedîuzzaman Ebul Îz Ismaîl er-
Rezzaz el-Cezeri el-Kurdî tê hişê
mirovan.Zanista sîbernetîkê navê xwe
li sedsala me kiriye. Ev peyv
rayeka xwe ji grekiya kevn ji peyva
‘Kubernetes’ an jî ji latînî ji peyva
‘Gobernare’ya di sala 1948’an
de ji aliyê Norbert Wiener ev nav
sitandiye. Wiener, ji bo wateya
sîbernetîkê dibêje; sîbernetîk, ji bo
hemû pergalên organîzekirî(zindî
an ne zindî), ajal û maşîneyên wek
pergala raçavkirin û rajihandinê ye.
Ango sîbernetîk; zanista ragihandin,
damezrandin û eyarkirina mîhengê
ye. Ji bo mirov û maşîneyan li
danûsitandina agahiyan, rewşa
kontrol û mîhengê lêkolîn dike.
Binyadê vê zanistê ji aliyê
Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî
el-Kurdî ve hat avêtin û îro bi
pêşveçûnê, derfetên çêkirina
kompîturên ku ji jiyana me bûne
perçeyek derxistiye holê.
Li ser mijara despêka pergalên
otomatîk û sîbernetîkê Fransewi
Descartes û Pascal; Elmanî,
Leibniz; Îngilîz jî, Bacon îdia dikin.
Lêbelê beriya van hemûyan bi 600
salî Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî
el-Kurdî rêgezên zanista sîbernetîkê
bi dinyayê ve dabû naskirin.Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî
el-Kurdî ne tenê pergalên otomatîk
damezrandibûn, di heman demê de
di navbera pergalan de ku otomatîk
dixebitin mîheng jî sazkiribû. Ev
pergala ku Bedîuzzaman Ebu`l Iz
el-Cezerî el-Kurdî sazkiribû encax
piştî wî 800 salî Profesorê Norolojiyê
yê Îngilistanê Ross Ashbyê ku wek
bavê sîbernetîkê tê zanîn di sala
1951’ê de hêj nû kişf kiribû. Hêj nû
di wê sala navborî de qala mîhenga
di nav pergalên otomatîk kiribû.
Her wiha binyadê keşfkirina
regulatoran jî dîsa digihêje El Cezerî
el- Kurdî. Tê zanîn ku cara ewil
J. Watt di sala 1780 de regulator
kişf kiriye. Lêbelê wextê ku mirov li
pirtûka El Cezerî dinihêre di rûpela
171’ê de pergaleke hema hema wek
a J. Watt heye. Ango Bedîuzzaman
Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî beriya J.
Watt 500 salî regulator jî kişf kiriye.
Heta ev regulator di pirtûka xwe de
wek şiklê çûkekî çê kiriye.Dîsa Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-
Cezerî el-Kurdî beriya Leonardo
da Vîncî bi 300 salî li ser hêmanên
çerxê bi diran, tiştên ku Da Vîncî
zane û nizane di pirtûka xwe
nivîsandine.
Ev tişt îro zana û zanyarên me
hemûyan matmayî dihêle û xeyala
kişfkirina van tiştên giranbûha jî
nikarin bikin.
Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî
el-Kurdî wek bavê zanista robotan
jî tê zanîn. Di mijara teknolojiya
robotan de jî, gelek sepandin û
pêşniyazên ku pir di pêşiya dema
xwe de ye hene. Di çaxa navîn
de hêj beriya Emerîka bê kişfkirin
û Ewropa di serdema tarî de bû,
Kurdistan gihiştibû lûtkeye zanistê.
Wê demê teknolojiyeke ku nedihat
aql û xeyala li Kurdistanê dihat
bikaranîn. Di dîrokê de zanîngeha
ewil Zanîngeha Haranê pêşengiya
van pêşketinan dikir û gelek bajarên Kurdistanê jî wek çira şevê bi
roniya van zanistan ronî bibû.Bi
taybetî jî paytextê wê demê Amîd/
Amedê di hundirê Koşka Kelehê de
teknolojiyeke îro jî em nikarin xeyal
bikin dihat bikaranîn.
Di hundirê koşkê de gelek
robotên ku El-Cezerî el-Kurdî
çêkiribûn xizmeta mêvanan dikirin.
Her wiha ji bo destmêjgirtina Paşe jî
robotê avê jî çêkiribû. Her wiha ji bo
Paşe û mêvanên wî kêfxweş bikin
robotên li saz, def û erbanê dixin,
maşîneyên di şiklê teyrê tawiz de
ku di hundirê koşkê de digeriyan,
mifteyên bi 24 şîfreyên ji hev cuda,
demjimêrên avê, robotên kelekkar
ên di hewzê koşkê de digeriyan,
hewzên ji aliyekî tije dibûn ji aliyê
din ve dihatin valakirin, maşîneyên
destmêjê yên otomatîk û hwd. Di
nava bedena navdar ê Amedê de
dihat bikaranîn. Em dikarin vê yekê
pir rehet bibêjin ku qeyda robotê
herî kevn û ewil li Kurdistanê ye.Her wiha robotê ewil li Amedê hatiye
çêkirin û bikaranîn. Ev yek tiştekî pir
girîng e, em dikarin bi vê yekê pir
şanaz û bextewar bibin.
Bedîuzzaman El-Cezerî El-Kurdî
di heman demê de ew kes e ku di
dîrokê de cara ewil bi maşîneyên
otomatîk mijûl jî bûye. Ji ber vê
yekê wek mekanîkkarê ewil tê
qebûlkirin. El Cezerî di xebatên xwe
de ji teoriyê bêtir li ser pratîkê ango
li ser sepandinê sekiniye. Wextê
ku li ser îcadekê dixebitî berê bi
hisabê endazeyê ango geometriyê ji
kaxizan makêta wan çê dikir. Berîya
maşîneya hisap a ewil çê bibe bi
600 salî berê mekanizmayeke bi
heman rêgezê dixebitî îcad kiribû.
Bedîuzzaman El-Cezerî El-Kurdî
gihaştibû lûtkeya zanista kontrolê ya
otomatîk. Hemû dinya qebûl dike ku
ev alim, deha û îcadkarê bêhempa
yê Kurd El –Cezerî bi tevgera avê û
enerjiya wê jî gelek maşîneyê din jî îcad kirine. Lewra di pirtûka xwe de
ew bixwe dibêje; ‘dema min nû dest
bî çêkirina maşîneyan kir, ez ewil li
gor rê û rêbazên Arşîmed dixebitîm.
Lêbelê min ew dît ku maşîneyên
min îcad dikirin li gor qanûnên
wî nedixebitîn. Ji bo xebitandina
maşîneyên xwe min jî bi hêmanên
xwe ew îcadkirin û xebitandin’.
Dema Bedîuzzaman El-
Cezeri El-Kurdî de ceyran, hêza
manyetîk, fîşara fotonê an jî hêzên
elektromanyetîk tune bûn. Wî jî
derfetên di destê xwe de bikar anîne
û ji hêza avê û tesîra pestoyê sûd
wergirtiye. Her wiha îcadkarê ‘mîlê
krank’ ku îro di wesaîtên bimotor de
tê bikaranîn jî Bedîuzzaman El-
Cezeri El-Kurdî ye. Bi van derfetên
pir kêm ev îcadên pir giranbuha
çêkirine. Ev jî cih û nirxê wî yê
zanista sîbernetîkê şanî dinyayê
hemûyan dide.El-Cezerî el-Kurdî bi van îcadên
payebilind ne tenê mirovên serdema
xwe îro jî gelek zanist û zanyaran
matmayî dihêle. El-Cezerî el-Kurdî
di dîroka înformatîkê de navê xwe
bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Ew jî û
pirtûka wî jî hêj jî eleqeyeke mezin
dibîne. Di gelek kovarên înformatîkê
de wek ‘Bavê Otomasyon û Robotan
Ebûl Iz El-Cezerî el-Kurdî’ tê zanîn.
Bedîuzzaman El-Cezerî El-Kurdî ne
tenê çavkaniya şanaza Amediyan e,
bi taybetî yê Kurdan û bi gelemperî
jî yê alema Îslamê hemûyan e.
Îro gora wî îcadkar, mekanîkkar
û dehayê bêhempa li Cizîrê ye. Tam
li hemberî turbeya Hz. Nuh e. Gelek
mirov wextê tên ser turbeya Hz. Nuh
di ber gora Bedîuzzaman El-Cezeri
El-Kurdî jî derbas dibin û fatîheyekê ji
wî re jî dixwînin. Lê mixabin ew kesên
ku fatîhê dixwînin nizanin ku ew kesê
di wê gorê de ye, mirovekî çiqas hêja
û mezin e.
(A. Hakîm Baş)
(çavkanî:Kovara zanko hejmar 3)
|