1. (bnr: ebdulla peşêw)
sedan sale
sedan sale
le wêrane malî xom da
kitke korey goşey metbeqî sultanim
sedan sale
hewş û berey xom wala ye û
le ber dergey dizanî xom pasewanim.
sedan sale
rojêk debim
be meyterî walî bexda
rojêk le taran kutalim
rojêk lîfkem
piştî jinî sultan deşom,
rojêk geskim şam demalim!
sedan sale
weku çengêk dane wêle,
aşî mêjû firrêy dawim.
her çiwar dewrem şaroçke ye û
mêrûle demyan tê nawim.
sedan sale
kase serim minare ye
kê bê, dengî tiya hel debrê.
sedan sale
nîştimanim nêrgle ye,
kê bê, be demyewey degrê.
sedan sale
le ber dergey tekyey cîhan
cutêk soley pîne pînem,
kê le pêm ka bo ew deşêm,
sedan sale
diwa tilîşêk firrê dedrêm.
sedan sale
diway pîneyek le pê dekrêm.
min piştêkî birîndarim,
le qamçî xom raperîwim.
min lafawêkî lasarim,
lew kenarane helsawim
ke tengyan pê helçinîwim.
nanîşmewe.... nanûmewe....
bê aramim..
aramî min çirayek bû
reşebay dewrim xwênî rişt.
bê bezeyîm...
bezeyî min zeryayek bû
binyan pêwe na û helyanmişt.
nanîşmewe.... nanûmewe....
ke min dan bim, kwa derfet?
ya min, ya mêrû.
ke min xwên bim, kwa derfet?
ya min, ya zêrû.
qehpen ewaney pêm dellên:
dan û mêrû biray yekin.
qehpen ewaney pêm dellên:
xwên û zêrû biray yekin.
qehpen ewaney pêm dellên:
masî û çengal,
mişk û cewal,
dest û çizû biray yekin.
qehpen ewaney pêm dellên:
pet û gerden,
gwêzan û mû biray yekin.
werin xelke!
le nêçîr û zam bipirsin,
billên, tuxwa,
xencer heye zam tîmar ka?
raçî heye nêçîr nexwa?
de xelke, le ka bipirsin,
qet agirî sardî dîwe?
le hêlaney mal bipirsin,
be niyazî maç,
qet mar demî tê jenîwe?!
de le dar berû bipirsin,
tewrî dîwe dar birr nebê?
de le kerêkîş bipirsin,
gurgî dîwe ker dirr nebê?!
qehpen ewaney pêm dellên:
marî şîrîn jarîş heye,
qehpen ewaney pêm dellên:
tewrî biray darîş heye.
min piştêkî birîndarim,
le qamçî xom raperîwim.
min lafawêkî lasarim,
lew kenarane helsawim
ke tengyan pê helçinîwim.
nanîşmewe.... nanûmewe....
bê aramim..
aramî min çirayek bû
reşebay dewrim xwênî rişt.
bê bezeyîm...
bezeyî min zeryayek bû
binyan pêwe na û helyanmişt.
ebdulla peşêw,1981
|