1. (bnr: pend û şîret)
Li ber bayê di zana guh bidêre
Ku cêza te bibî tev dir û gewher
Li ber bayê nezanan qet medêre
Wê cêza te bibe wirdê êmê ker
Temaşe ke li tawis ey birader
Binere ew çiqa bi neqş û nîgar e
Ji rûtbûna di lingên xwe ew her
Ji ber xwe pir fehêt û şermîsar e
Birayê min tu berya gotina xwe
Xweşxweş bibîne û paşê bibêje
Bila tirş be hevîrê gotina te
Bi şikevayî li ser sêlê nepêje
Cihê kêmasiya xwe têd bibînî
Tu jê bar ke here cihkî dinî dûr
Eger karî bi merdî dest hilînî
Bi mêrxasî bimir tu l'bin siya şûr
Tiştê ku can pê nerm dibî
Paldan e yan razan û xew
Lê yê ku merva pûç dikî
Bê şik bizan fort û derew
Dema ku baran tête xwar
Lib hûr e şil nake cihî
Li ku giha hev bû yeker
Jê çêdibî pêl û lehî
Meriv du tişt in , ne zêde
Yek ziman yê duda dil e
Tiştê ku mayî guh medê
Ew hestî û xwîna şil e
Hemû dar bi avê têne avdan
Ji bil dara jiyanê ew birader
Eger ne b'xwîna sor ya xort û lawan
Tucar nabişkeve , qet nagire ber
Di kêmasiya dinyê de qet nepojin
Di dil de tev dibe derd û qirêj e
Kesê xemgîn li milk û malê dinya
Serê wî her di teqreqê de gêj e
Xebatê di ber kufletê xwe'd bike
Eger roja te pêk ve bes bi yek nan
Sezatir e tu destê xwe bibeste
Bi koletî li hember mîr û sultan
Seydayê Tîrêj
|